Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ferman da ku Deriyê Sînorî yê Refahê yê di navbera Xeze û Misirê de "heta daxuyaniyeke din neyê vekirin."
Di daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrtiya Îsraîlê de hat gotin, tevî ku vekirina Deriyê Sînorî yê Refahê ku deriyê Filistîniyan ê li cîhanê vedibe di nav berpirsiyariyên Îsraîlê yên di peymanê de ye jî "heta daxuyaniyeke din nayê vekirin."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku vekirina sînor bi vegerandina termên dîlên Îsraîlî yên li Xezeyê ji aliyê Hemasê ve girêdayî ye.
Di daxuyaniyê de her wiha hat diyarkirin ku eger Hemas pabendiyên xwe yên di peymana agirbest û bihevguhertina dîlan de bi cih bîne, dê nirxandineke nû were kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Sînor dê wekî beşek ji agirbestê ji bo çûn û hatina Filistîniyan bihata vekirin, ne ji bo ketina alîkariyan."
Dihate çaverêkirin ku Deriyê Refahê roja çarşemê vebe lê Îsraîlê bi hinceta "sedemên lojîstîk" ragihandibû ku sînor ji bo çûn û hatinê nehatiye vekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse