Parêzgara Helebceyê: Em dixwazin Hewramanê bixin lîsteya UNESCOyê

21-05-2025
RÛDAW
Parêzgara Helebceyê Nuxşe Nasih /Wêne: Rûdaw
Parêzgara Helebceyê Nuxşe Nasih /Wêne: Rûdaw
Nîşan Nuxşe Nasih Helebce Hewraman UNESCO
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgara Helebceyê Nuxşe Nasihê got, "Hewramana vî alî û wî alî heye, Hewramana aliyê Rojhilat navê wê di UNESCOyê de ye û em dixwazin Hewramana sînorê Helebceyê jî navê wê bixin lîsteya UNESCOyê."

Her çar parêzgarên parêzgehên Herêma Kurdistanê doh bi serdaneke fermî çûn parêzgeha Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê û biryar e çend civînan bikin.

Parêzgarê Helebceyê Nuxşe Nasih,  ji nûnerê Rudawê re Bextiyar Qadir re axivî û got:

"Me gelek civînên girîng hebûn. Wekî Helebce du deriyên sînorî yên me bi Komara Îslamî ya Îranê re hene.

Me çend xal derbarê van deriyan de nivîsandine û di yadaştnameya hevtêgihiştinê de îmze dikin.

Her wiha em girîngiyek mezin didin adaptasyona çandî û hêsankirina veguhestina welatiyan ji bo dermankirina bijîşkî."

Parêzgara Helebceyê her wiha amaje bi wê yekê jî kir, "Hewramana vî alî û wî alî heye, Hewramana aliyê Rojhilat navê wê di UNESCOyê de ye û em dixwazin Hewramana sînorê Helebceyê jî navê wê bixin lîsteya UNESCOyê."

Wekî ku Nuxşe Nasih dibêje, "Ew yadaştnameyên ku em îmze dikin, dê bibin destkeftiyên baş ji bo her du aliyan û berjewendiya hemûyan tê de bin."

Parêzgarên Hewlêr, Silêmanî, Helebce û Duhokê, bi serdaneke fermî li bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê ne.

Ev serdana ku ji bo cara yekem pêk tê, bi armanca xurtkirina têkiliyan di warên aborî, bazirganî û çandî di navbera her du aliyan de ye.

Şanda ku ji Parêzgarê Hewlêrê Omid Xoşnav, Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir, Parêzgara Helebceyê Nuxşe Nasih û Parêzgarê Duhokê Elî Teter pêk tê, Şakir Husêyn, berpirsê maseya Îranê ya Daîreya Têkiliyên Derve ya Herêma Kurdistanê jî di vê serdanê de beşdar bû.

Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir, di daxuyaniya xwe de ji Rûdawê re got ku dê di civînên bi parêzgarên Sine, Kirmaşan û Urmiyeyê re têkiliyên aborî, bazirganî û çandî bên gotûbêjkirin.

Ev serdan bi vexwendina fermî ya Parêzgarê Sineyê Areş Lehonî pêk hat.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst