Serok Barzanî: Siyaseta xweferzkirinê bi ser nakeve

18-11-2025
RÛDAW
Nîşan Serok Mesûd Barzanî Dihok Îraq DAIŞ Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Serok Mesûd Barzanî li Dihokê got, "Siyaseta xweferzkirinê ne li Îraqê û ne jî li cîhanê bi ser neketiye."

Serok Mesûd Barzanî li Dihokê beşdarî "Foruma Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn" bû ku li Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê tê lidarxistin

Di forumê de pirsgirêkên li Îraq, Kurdistan û Rojhilata Navîn tên gotûbêjkirin.

"Bila alî dest bi gotûbêjan bikin"

Serok Mesûd Barzanî derbarê avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de xwest ku hemû aliyên Kurdistanî ji nû ve dest bi gotûbêjan bikin.

Serok Barzanî got, "Rewşa piştî hilbijartinên Îraqê ne wekî rewşa beriya hilbijartinan e." Barzanî da zanîn ku dê her alî li gorî dengên xwe mafên xwe wergire.

"Divê em pirsgirêkan ji bo nifşê nû nehêlin"

Serok Barzanî di axaftina xwe de bal kişand ser Peymana Sykes-Picotê jî û got:

"Peymana Sykes-Picotê guherîneke mezin li herêmê çêkir. Sykes-Picot aştî û aramî ji bo herêmê neanî, ji wê demê ve em pê dinalin.

Gelekî asayî ye ku şaşî bên kirin lê berdewamkirina wan 'tawan' e. Divê em wan pirsgirêkên ku dikevin pêşiya me, ji bo nifşê nû nehêlin.

Ew derfeta ku sala 2003yan derketibû pêş, hîn jî maye û divê em ji dest nedin."

Serok Mesûd Barzanî derbarê hilbijartinên Parlamentoya Îraqê jî got, "Em hêvîdar in ku ev hilbijartin rê xweş bike da ku pêvajoya siyasî ya Îraqê vegere ser rêyeke rast û durist."

Serok Barzanî diyar kir ku ji aliyê teknîkî ve hilbijartin "gelekî bi pêşketî" bû lê hêvî kir ku yasaya hilbijartinan bê guhertin.

Serok Mesûd Barzanî li ser pêvajoya çareseriyê jî got, "Me piştgiriyeke baş daye û piştgiriya me dê berdewam bike.”

Banga ji bo kabîneya nû ya Îraqê: Sê xalên girîng

Serok Barzanî di gotara xwe de xwest ku di kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê de sê xalên serekî bên bicihanîn û got:

“Divê yasaya hilbijartinê bê sererastkirin, ji ber ku ti dadperwerî tê de nîne.

Divê Encumena Federal li gorî Madeya 65an û Dadgeha Federal jî li gorî Madeyên 92 û 93yan ên destûrê bên tayînkirin.

Divê Madeya 140î û yasaya gaz û petrolê bên bicihanîn û neyên paşguhkirin.”

"DAIŞ hîn jî metirsiyeke mezin e"

Serok Barzanî hişyarî da ku metirsiya herî mezin a li ser Îraq û Herêma Kurdistanê hîn jî teror e û got:

"DAIŞ hîn bi dawî nebûye û diyardeyeke tirsnak e. Nabe ku em ti carî ji bîr bikin. Kengî derfetê bibînin, di demeke kurt de xwe nû dikin.

Ji ber vê yekê, pêdivî bi hevahengiyeke temam a navxweyî û piştgiriya dostên me yên derve heye.

Eger em bêjin pêdiviya me bi wê alîkariyê nemaye û DAIŞ nemaye, ez bawer im em çavên xwe li heqîqetê digirin."

Serok Barzanî her wiha bal kişand ser metirsiya madeyên hişbir û tundrewiya neteweyî û taîfî xwest  ku ji bo çareserkirina van pirsgirêkan karên cidî bên kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst