Hewlêr (Rûdaw) - Jinên Dihokî di hilbijartinên Parlamentoya Îraqê de, bi rêjeyeke rekor a beşdariyê, li seranserê Îraq û Herêma Kurdistanê di pileya yekem de cih girt.
Li gorî amarên fermî, Dihok bûye ew parêzgeha ku herî zêde jinan berê xwe daye sindoqên dengdanê.
Li aliyê din, Mîsan di vî warî de li rêza dawiyê ye.
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê ragihand ku di hilbijartinên 11ê Çiriya Paşîn de ji sedî 54,3yê xwediyên karta dengdanê beşdarî hilbijartinan bûne.
Li gorî amaran, li Dihokê 295 hezar û 692 jin beşdarî dengdanê bûne û bi vê hejmarê ji sedî 47,3yê giştiya dengderên parêzgehê jin bûne.
Berevajî vê yekê li parêzgeha Meysanê jin bi rêjeya ji sedî 38,7 beşdarî hilbijartinan bûne û Meysan di warê rêjeya beşdariya jinan de di rêza dawî de de cîh girt.
Kerkûk bi beşdariya 279 hezar û 795 jinan di rêza duyem de cih girt. Ev hejmar jî dike ji sedî 44,9ê giştiya dengderên parêzgehê.
Li Hewlêrê, 354 hezar û 527 jin beşdarî hilbijartinan bûne û rêjeya ji sedî 44,2yê beşdarên dengdanê pêk anine.
Li Silêmaniyê jî, 326 hezar û 587 jinan dengên xwe daye û rêjeya beşdariyê jinan jî li parêzgehê gihîştiye ji sedî 43,9an.
Bi giştî, 12 milyon û 3 hezar û 143 dengder beşdarî dengdanên giştî û taybet ên hilbijartinên Îraqê bûn.
Hejmara giştî ya kesên ku mafê wan ê dengdanê hebû, 21.4 milyon kes bûn.
Rêje û hejmara beşdariya jinan li hemû parêzgehên Îraq û Herêma Kurdistanê wisa ye:
Bexda
Jinên ku deng xwe daye: 847,446
Ji sedî 39,7ê
Hewlêr
Jinên ku dengê xwe daye: 354,527
Ji sedî 44,2yê dengderan
Enbar
Jinên ku dengê xwe daye: 273,242
Ji sedî 39,2
Besre
Jinên ku dengê xwe daye: 331,206
Ji sedî 40
Dîwaniye
Jinên ku dengê xwe daye: 143,727
Ji sedî 41,6
Musena
Jinên ku dengê xwe daye: 111,296
Ji sedî 44,4
Necef
Jinên ku dengê xwe daye: 145,835
Ji sedî 40,4
Babil
Jinên ku dengê xwe daye: 226,972
Ji sedî 40,3
Dihok
Jinên ku dengê xwe daye: 295,692
Ji sedî 47,3
Diyale
Jinên ku dengê xwe daye: 251,610
Ji sedî 41,9
Zîqar
Jinên ku dengê xwe daye: 215,420
Ji sedî 40
Selahedîn
Jinên ku dengê xwe daye: 242,820
Ji sedî 40,5
Kerbela
Jinên ku dengê xwe daye: 126,465
Ji sedî 39,9
Kerkûk
Jinên ku dengê xwe daye: 279,795
Ji sedî 44,9
Wasit
Jinên ku dengê xwe daye: 154,697
Ji sedî 42
Silêmanî
Jinên ku dengê xwe daye: 326,587
Ji sedî 43,9
Mîsan
Jinên ku dengê xwe daye: 99,607
Ji sedî 38,7
Mûsil
Jinên ku dengê xwe daye: 571,746
Ji sedî 42,1
#GRAFÎK - Herî zêde jinên Dihokî çûne ser sindoqan
— RudawKurdi (@RudawKurdi) November 18, 2025
🛑 Amarên fermî yên hilbijartinên Îraqê hatin ragihandin
🛑 Li gorî amarên fermî, jin herî zêde li Dihokê çûne ser sindoqên dengdanê
🛑 Ev grafîk rêjeya beşdarî ya jinan, li gorî bajaran nîşan dide👇👇 pic.twitter.com/dTWDnJr2c3
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse