Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro li Dihokê civiyan.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê wan tekezî li ser girîngiya hevahengiya di navbera aliyên siyasî de kir.
Her du aliyan di civînê de kêfxweşiya xwe ji ber serkeftina pêvajoya hilbijartinan anîn ziman.
He rwiha rewşa siyasî û pêwîstiyên qonaxa bê hatin gotûbêjkirin.
Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî hevnêrîn bûn ku ji bo qonaxa bê ya welat, pêwîstî bi karê hevpar û hevahengiyê di navbera aliyên siyasî de heye.
Her du aliyan tekezî li ser pîbendbûna bi destûrê kir û wan ew wekî bingeha serekî ya parastina saziyên dewletê, çareserkirina pirsgirêkan û misogerkirina mafên welatiyan bi nav kir.
Mijareke din a civînê pêbendbûna bi prensîbên neteweyî bû.
Her du aliyan ducare kir ku ji bo parastina aramî û demokrasiyê, divê hemû alî pêbendî van prensîban bin da ku berjewendiyên bilind ên welat bên parastin û bersiv ji daxwazên xelkê Îraqê re bê dayîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse