Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Enstîtuya Kurdî ya Kafkasyayê Hejarê Şamil got, “Piştî şer Kurd niha vedigerin Kurdistana Sor.”
Serokê Enstîtuya Kurdî ya Kafkasyayê, nivîskar û lêkoler Hejarê Şamilê ku piştî 10 salan hat Başûrê Kurdistanê bû mêvanê studyoya Rûdawê û li ser rewşa Kurdên li Kafkasyayê, bi taybetî li Azerbeycanê nirxandinên girîng kirin.
Nivîskar Hejarê Şamil diyar kir ku tevî asîmîlasyona giran, nifûseke mezin a Kurdan li Azerbeycanê heye û piştî şerê Qerebaxê, derfeteke dîrokî ya vegera li ser axa bav û kalan çêbûye.
"Vegera li Kurdistana Sor serfiraziyeke mezin e"
Hejarê Şamilê ku bi xwe xelkê navçeya Kelbecerê ye, bal kişand ser wê erdnîgariya ku sala 1923yan wekî "Kurdistana Sor" hatibû damezirandin û pişt re hatibû betalkirin.
Şamil diyar kir ku ev herêmên ku Laçîn, Kelbecer, Qubadlî, Zengilan û beşeke Cebraîlê li xwe digirin, “piştî dagirkeriya Ermenistanê” ya di salên 90î de hatibûn valakirin lê niha dîsa ketine bin kontrola Azerbeycanê.
Hejarê Şamil li ser rewşa dawî ya van herêman got:
"Ev der bajarên wêran bûn lê niha hikûmet wan ava dike. Navenda Laçînê niha tije bûye.
Li navenda Kelbecerê jî nêzîkî 110 malbat vegeriyane. Li Qubadlî û Zengilanê jî veger heye.
Kurd û Azerî bi hev re vedigerin. Ev veger ji bo me serfiraziyeke mezin e, ji ber ku em dikarin li ser axa xwe li dijî asîmîlasyonê têkoşîneke xurtir bidin."
Gengeşeya hejmara Kurdan
Yek ji mijarên herî balkêş ên hevpeyvînê, hejmara Kurdan a li Azerbeycanê bû.
Hejarê Şamil amarên fermî red kirin û rastiya civakî raxist ber çavan û got:
“Li gorî dewleta Azerbeycanê tenê nêzîkî 4 hezar Kurd hene.
Ev hejmar sexte ye. Tenê li gundê me 5 hezar Kurd dijiyan.
Li gorî lêkolînên min, li Azerbeycanê ji 300 hezarî heta milyonek Kurd hene."
Şamil diyar kir ku pirsgirêka nasnameyê heye û anî ziman:
"Ji vê hejmarê belkî tenê 50-60 hezar kes dibêjin 'Em Kurd in'.
Ji van jî tenê 10-20 hezar kes zimanê Kurdî dizanin. Asîmîlasyoneke objektîf û subjektîf heye.
Beşek jê sûcê sîstemên berê (Çar, Sovyet, Azerbeycan) be jî beşek jê xemsariya Kurdan bi xwe ye."
Stratejiya nû: "dostanî, ne dijmintî"
Hejarê Şamil tekez kir ku ji bo parastina hebûna Kurdan a li Azerbeycanê, divê rêyeke nerm bê şopandin û da zanîn:
"Em nikarin bi rêyên siyasî an zordariyê mafên xwe bi dest bixin.
Divê her Kurdek li wir dostekî Azerî ji xwe re bibîne.
Em welatiyên wan dewletan e lê em endamên neteweya Kurd in.
Bi rêya hevkariyê em dikarin ziman û çanda xwe biparêzin."
Xebatên Kurdolojiyê û mîrateya Şamil Eskerov
Hejarê Şamil derbarê xebatên rewşenbîrî diyar kir ku piştî hilweşîna Sovyetê, piştgiriya dewletan a ji bo enstîtuyên Kurdolojiyê nemaye û ew bi derfetên xwe yên takekesî dixebitin.
Şamil da zanîn ku Federasyona Rêxistinên Kurdên Sovyeta Berê hatiye avakirin û xebatên hevpar dimeşînin.
Amadekarî ji bo derxistina kovareke nû ya Kurdolojiyê û lidarxistina Konferansa 3yemîn a Kurdên Kafkasyayê li Qazaxistanê tê kirin.
Şamil her wiha qala bavê xwe, Şamil Eskerov jî kir û ew wekî "Qehremanekî bênav" pênase kir û got:
"Di salên 60î û 70î de, dema kesî newêribû behsa Kurdayetiyê bike, wî xebat dikir û bedela wê bi 4 salên zindanê da.
Ew ne tenê bavê min e, ew milkê neteweya Kurd e."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse