Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeyê yên Demokratîk (HSD) derbarê êrişên dawî de daxuyaniyeke tund belav kir.
HSDyê ragihand ku ji 6ê Kanûna Paşîn a îsal ve gelê herêmê rasterast rastî êrişên "hov û barbar" tê û wan biryara berxwedanê daye.
“Mîna sala 2014an em dê li ber xwe bidin”
HSDyê di daxuyaniya xwe de berxwedana dîrokî ya sala 2014an a li Kobaniyê bi bîr anî û wiha got:
“Çawa ku hevalên me sala 2014an li Kobaniyê berxwedaneke dîrokî kir û ew der ji DAIŞa ku ji aliyê Tirkiyeyê ve dihat piştgirîkirin re kir goristan, îro jî em bi heman îradeyê tevdigerin.”
Fermandariya HSDyê tekez kir ku ew ê bajarên xwe yên ji Dêrikê heta Hesîçayê û Kobaniyê bikin goristana xwediyên "zihniyeta DAIŞê ya nû" ku ji aliyê Dewleta Tirkiyeyê ve tên birêvebirin.
Banga ji bo ciwanên Kurd
HSDyê di daxuyaniya xwe de bangeke taybet li ciwanên Kurd kir û anî got:
“Em bang li hemû ciwanên me, keç û xortên me yên li Rojava, Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê û her weha yên li Ewropayê dikin ku bibin yek, sînorên dagirkeran rakin û werin tevlî berxwedanê bibin.”
“Îradeya gelan bihêztir e”
Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku îro roja rûmetê û berpirsyariya dîrokî ye.
HSDyê daxuyand ku şervanên wan bi cesaret û fedakariyeke mezin têkoşîna xwe didomînin û careke din nîşan didin ku îradeya gelan ji her cure êriş û dagirkeriyê bihêztir e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse