Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Stewrê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê kesê ku di axurekê de şkence li gencekî 17 salî kiribû hat desteserkirin.
Li navçeya Stewrê ya Mêrdînê dîmenên şkence û tundiya giran a li zarokekî 17 salî derketin holê.
Bûyer li gundê Xerabê Memo yê navçeya Stewrê qewimî.
Hat îdiakirin ku gencekî 17 salî kevok dizîne û li ser vê yekê ew li axurekê hat girtin.
Ew ciwan li axurê hat derbkirin û bi kûçikan hat tirsandin.
Piştî ku dîmenên bûyerê derketin holê Serdozgeriya Komarê ya Stewrê 15ê Sibatê lêpirsîn da destpêkirin.
Di çarçoveya lêpirsînê de tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê ew kesê ku tundî li gencî kiriye tesbît kir û desteser kir.
Ji ber ku hinek endamên malbata gencî gilî nekir, gumanbar piştî karûbarên li qereqolê hatibû berdan.
Lê belê dîmenên tundiyê li ser medyaya civakî belav bûn û rastî bertekan hatin.
Li ser vê yekê gumanbar careke din hat desteserkirin û karûbarên wî yên li qereqolê didomin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse