Çîroka xemgîn a Pêşmergeyekî: ‘Em ji bo xwarinê tenê kartolan peyda dikin’

1 demjimêr berê
RÛDAW
Malbata Hejar / Wêne: Rûdaw
Malbata Hejar / Wêne: Rûdaw
Nîşan Pêşmerge Malbat Feqîrî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hejar Ebdulrehîm Pêşmergeyekî 40 salî ye û bavê 5 zarokan e.

Ew 11 sal in di çeperên parastinê de ye lê îro ew û malbata xwe di çepereke dijwartir a jiyanê de ne.

Malbata ku ji 7 kesan pêk tê, li navçeya Teqteqê ya parêzgeha Hewlêrê di xaniyekî kirê de dijî û mehane 125 hezar dînarî (95 dolar) kirê didin.

Meaşê Hejar Ebdulrehîm tenê 501 hezar dînar (352 dolar) e lê divê mehane 750 hezar dînarî (572 dolar) ji bo deyn û kirêya xênî bide.

Hejar Ebdulrehîm li çepera Xazirê dixebite, wî çîroka jiyana xwe ya dijwar di bernameya Berpirsyara Remezanê de vegot ku Şehyan Tehsîn pêşkêş dike.

Hejar Ebdulrehîm li ser rewşa xwe û malbata xwe got:

"Ji bo ku ez bigihêjim cihê kar, saet 06:00ê sibehê ji malê derdikevim.

Ez li ser cadeyê bi çendîn otomobîlên barhilgir û pîkaban diçim û nêzîkî nîvro digihêjim cihê karê xwe."

Ew ji ber hejariyê û bihabûna kirêya xaniyan neçar maye ku mala xwe ji Hewlêrê veguhêze Teqteqê.

Ew çûne xaniyekî ku wekî wî bi xwe gotiye, "Bana xênî dilopan dike û ji tirsa mişkan me qulên xênî bi naylonan girtine."

Zehmetiyên vê malbatê ne tenê hejarî ye, her wiha nexweşî û bûyerên nexwestî jî bi milên wan girtine.

Heta niha 8 neştergerî ji hevjîna Hejar, Sinewer Hemîdê re hatine kirin lê ew hîn jî ji gelek pirsgirêkên tenduristiyê dinalê.

Ew dibêje, "Tim kîs di laşê min de çêdibin û pêwîstiya min bi neştergeriyên din heye lê ji ber bêpereyiyê ez nikarim bikim."

Sinewer qala wê yekê dike ku ji ber tunebûnê kurê wan ê mezin dev ji xwendinê berdaye.

Wê her wiha da zanîn, "Çendîn roj in em tenê kartolan dixwin."

Çîrokên zarokan ên xemgîn

Zarokên wan jî xwedî çîrokên xemgîn in ku Bêkesê 14 salî, ji ber hejariyê dev ji xwendinê berdaye û niha li Koyeyê felafelan difiroşe.

Bêhtirî beşeke laşê Solîna 12 salî, 3 sal berê bi rûnê germ şewitiye û heta niha ji ber bêpereyiyê neştergerî jê re nehatiye kirin.

Heryadê 6 salî jî, ji ber derçûna hestiyên her du milên xwe, neçûye dibistanê û heta niha jî neştergerî jê re nehatiye kirin.

Qezaya trafîkê ya trajîk

Hejar Ebdulrehîm ji bo dabînkirina xerciyên neştergeriyên malbata xwe, xaniyê xwe yê li gundê Bişîriyan firotiye.

Wî 31 milyon dînar deyn kiriye û hîn 18 milyon dînar maye ku bide.

Ev çîroka biêş dema ku Hejar qala qezayeke trafîkê dike trajîktir dibe.

Sala borî dema ku mala xwe ji Hewlêrê vediguhastin Koyeyê rastî qezayê hatin.

Di wê qezayê de hevalekî wî canê xwe ji dest da û endamên malbata wî jî birîndar bûn.

Xêrxwaz bi hawara wan ve çûn

Piştî belavbûna çîroka vê malbatê, du xêrxwazan pêwendî bi bernameya Berpirsyar re danî.

Wan amadebûna xwe ya ji bo alîkariya vê malbatê anî ziman.

Yek ji wan amade ye ku hemû deynên wan bide û pêdiviyên nav malê ji wan re dabîn bike.

Yê din jî dê kirêya salekê ya xaniyê wan bide û xwarinê ji wan re dabîn bike.

Ev malbat li Teqteqê di xaniyekî kirê de dijî.

Ew li benda destê xêrxwazan bûn ku ji vê rewşa dijwar rizgar bibin, neştergeriyên xwe bikin û ji xema deyndariyê xilas bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst