Pêşmergeyê ku li Mexmûrê birîndar bûbû şehîd ket

28-10-2023
RÛDAW
Nîşan Pêşmerge Mexmûr Puşo Xalid
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê fermadanrê Lîwaya 18an a Pêşmergeyan Puşo Xalid ku li Mexmûrê di şerê navbera Pêşmerge û artêşa Îraqê de birîndar bûbû şehîd ket.

22yê ve mehê saet 16:00an li Mexmûrê di navbera Pêşmerge û artêşa Îraqê de şer derket.

Di encama vî şerî de 2 Pêşmerge şehîd ketibûn.

Fermandarê Lîwaya 18an a Pêşmergeyan Salih Zirarî jî ku di vî şerî de birîndar bûbû pêr şehîd ketibû.

Alîkarê Fermandarê Lîwaya 18an a Pêşmergeyan Puşo Xalid jî di vî şerî de birîndar bûbû.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Pêşmergeyan Puşo Xalid vê sibehê li nexweşxaneya ku dihat dermankirin şehîd ket.

Bi şehîdbûna Puşo Xalid di encama şerê li Mexmûrê de hejmara şehîdên Pêşmerge derket 4an.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Mezlûm Ebdî û Rohilat Efrîn / Wêne: Ji ber dîmenan

Mezlûm Ebdî: Pêwendiyên me û Tehrîr El Şamê hene

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî got, 'Pêwendiyên me û Tehrîr El Şamê hene, me û Tehrîr El Şamê ti carî şer nekiriye'