Li Zaxoyê xortek di rûbarê Xabûrê de xeniqî

19-03-2020
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Herêma Kurdistanê Duhok Zaxo Lehî
A+ A-

Zaxo (Rûdaw) – Li navçeya Zaxo ya ser bi parêzgeha Duhokê de, ji ber rabûna lehiyê û bilindbûna asta avê, xortek di rûbarê Xabûrê de xeniqî, herwiha du kesên din jî ku bi sedema bilindbûna asta avê, li kargehekê asê mabûn, ji aliyê tîmên berevaniya sivîl ve hatin rizgarkirin.

Ji ber barîna rêjeyeke zêde ya baranê, duh Çarşemê 18ê Adarê li gelek bajar û bajarokên parêzgeha Duhokê lehî rabû.

Li navçeya Zaxoyê jî ji ber barîna berdewam a baranê, li çend taxên nav bajêr lehî çê bû û zirareke mezin gihande mal û otomobîlên welatiyan.

Herwiha asta ava rûbarê Xabûrê ku di nav bajarê Zaxoyê re derbas dibe, gelek bilind bû.

Li Zaxoyê di encama lehiyê de xortek di nava ava rûbarê Xabûrê de xeniqî û 2 kesên din jî hatin rizgarkirin.

Rêveberiya Berevaniya Sivîl a Duhokê ragihand, xortê ku li Zaxoyê di lehiyê de xeniqî y, nave wî Selîm Ebdullah Osman e û 20 salî ye.

Rêveberê Ragihandinê yê Rêveberiya Berevaniya Sivîl a Duhokê, Bêwar Ebdulezîz ji Rûdawê re got, ew xort li Taxa Mehmediye ya Zaxoyê ketiye nav rûbarê Xabûrê û xeniqî ye û hetaniha jî termê wî nehatiye dîtin.

Bêwar Ebdulezîz destnîşan kir, du kesên din ku kur û bavek in, li kargeha Hesoremil liZaxoyê jib r bilindbûna asta avê, asê mabûn lê ji aliyê tîmên berevaniya sivîl ve hatin rizgarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst