Li Zaxoyê bavekî bê hemdî kurê xwe kuşt

03-07-2025
RÛDAW
Nîşan Zaxo Bav Kur Ceger Cergîs Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Zaxoyê derengiya şeva borî bavekî di dema paqijkirina çeka xwe de kurê xwe kuştiye.

Qaymeqamê Zaxoyê Muşîr Beşîr li ser bûyerê ji Rûdawê re axivî.

Muşîr Beşîr got, "Şeva borî kesek li Zaxoyê ku Pêşmerge ye, dema çeka xwe paqij dikir, sê-çar gule ji çeka wî derketin û li kurê wî ketin, kurê wî di cih de canê xwe ji dest da."

Li gorî gotina Muşîr Beşîr ew malbat ji Zaxoyê ye.

Beşîr her wiha got, "Diyar bûye ku bûyer ne bi qestî bûye, rasterast piştî bûyerê bavê kurik xwe radestî polîsan kiriye."

Li gorî zanyariyên nûçegihanê Rûdawê Xerîb Mecîd, li Zaxoyê navê kesê ku hatiye kuştin Ceger Cergîs e û temenê wî nêzîkî 30 salî ye, zewicî ye û zarokên wî hene.

Berdevkê Polîsê Zaxoyê Ehmed Remezan şeva borî ji rojnamegeran re ragihand ku ew dê derbarê bûyerê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst