Li Dihokê lehî rabû: Mirî hene

19-03-2024
Lehiya li Dihokê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Lehiya li Dihokê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Lehî Dihok Mirî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Dihokê lehî rabû û du kesan canê xwe ji dest da.

Berdevkê Parastina Sivîl a Dihokê Biwar Ebdulezîz ragihand, “Wan du kesan canê xwe ji dest da ku îro berî nîvro otomobîla wan li ber ava lehiyê çûbû.”

Biwar Ebdulezîz da zanîn ku di wê otomobîlê de 4 kes hebûn, 2 ji wan bi derfetên xwe filitîne lê 2 ji wan mirine.

Li gorî agahiyên ku Biwar Ebdulezîz dane, hîn termên miriyan nehatine dîtin.

Li hêla din, Serokê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji Parêzgarê Dihokê Elî Teter xwest ku tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Hat zanîn, lehiyê li Dihokê daye ser gelek mal û dikanan û bûye sedema xisareke giran.

Parêzgariya Hewlêrê jî hişyarî da xelkê da ku ji ber egera lehiyê di navebra saet 13:00 û 18:00an de dernekevin derve.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst