Li Başûrê Kurdistanê şer: Kuştî û birîndar hene

19-03-2024
RÛDAW
Nîşan Operasyona Pence-Kilîdê Başûrê Kurdistanê PKK Leşkerên Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku li Başûrê Kurdistanê leşkerekî wan hatiye kuştin û 4 leşker jî birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniya Wezaretê, gerîlayên PKKyê li herêma “Operasyona Pence-Kilîdê” li hemberî leşkerên wan çalakiyek li dar xistiye.

Di çalakiya gerîlayan de leşkerekî wan hatiye kuştin û 4 leşker jî birîndar bûne.

Wezaretê herwiha îdia kir ku 6 gerîlayan jî canê xwe ji dest daye.

Li hêla din, heta niha PKKyê derbarê mijarê ti daxuyanî nedaye.

“Operasyona Pence-Kilîdê”

Artêşa Tirkiyeyê 17ê Nîsana 2022yan li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê bi hinceta gerîlayên PKKyê dest bi êrişeke bi navê “Operasyona Pence-Kilîdê” kir û ew êriş heta niha jî berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst