Hewlêr (Rûdaw) - Beşa Creativeyê ya Tora Medyayî ya Rûdawê ji ber nûjenî û guhertinên di warê dîzayn û rebrandingê (nûkirina markayê) de, hêjayî xelata navneteweyî ya Stevieyê ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê hat dîtin.
Rûdaw Creative bi projeya "Tora Medyayî ya Rûdawê 2025 Rebranding û Nasnameya Dîjîtal" di kategoriya "Di Rebrandingê de Nûjenî" de bala juriyê kişand û xelata zîvîn bi dest xist.
Salane ji seranserê cîhanê zêdetirî 12 hezaran namzed ji bo Xelatên Stevieyê dikevin pêşbirkê.
Tora Medyayî ya Rûdawê salên 2023, 2024 û 2025an 6 xelatên Stevieyê bi dest xistibûn.
Ev xelata îsal bû heftemîn xelata Stevieyê ya Rûdawê.
Navê Tora Medyayî ya Rûdawê êdî li kêleka şîrketên mezin ên navneteweyî yên wekî Netflix, Google, Apple û Amazonê cih digire ku salên borî di bernameyên cuda yên Stevieyê de hatine xelatkirin.
Desteya juriyê ya Xelatên Stevieyê pesnê projeya Tora Medyayî ya Rûdawê da û ragihand:
"Wan di pênasekirina xwe ya ji nû ve ya wekî aktorekî serdemî yê di cîhana medyayê de karekî bêkêmasî kiriye."
Birêvebirê Beşa Creativeyê ya Tora Medyayî ya Rûdawê Mihemed Sefar diyar kir ku ev destkeftî encama nûjenî û guhertinên berdewam ên tîma Rûdaw Creativeyê ye û got:
"Em dê gihandina şiyanên ciwanên Kurdistanê yên di warê dîzaynê de ji bo hemû cîhanê bidomînin."
Ev xelat bû duyemîn xelata navneteweyî ya ku îsal beşa Rûdaw Creativeyê bi dest dixe.
Di destpêka salê de jî di Xelatên Dîzaynê yên Fransayê de xelata "Ramana Herî Baş" bi dest xistibû.
Xelatên Stevieyê yên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê, sala 2019an ji aliyê Xelatên Navneteweyî yên Stevieyê ve hatine damezirandin da ku rêzê li nûjenkarên warên cuda yên li herêmê bigirin.
Tora Medyayî ya Rûdawê
30ê Nîsana 2026an
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse