RIHA - Karkerê di bin axê de ma canê xwe ji dest da

19-04-2024
RÛDAW
Nîşan Hewag Karker Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Hewagê ya parêzgeha Rihayê karkerek di dema kolandina avrêjê de di bin axê de ma û canê xwe ji dest da.

Li taxa Yavuz Selima Hewagê di dema danîna boriyên avrêjê de ax bi ser karkerê bi navê Mehmet Sînan Kubat de herifî.

Mehmet Sînan Kubatê 33 salî di bin axê de canê xwe ji dest da.

Li ser agahdarkirinê tîmên parastina sivîlan, AFAD, tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên rizgarkirinê cenazeyê Mehmet Sînan Kubat ji bin axê derxist.

Tîman cenazeyê Mehmet Sînan Kubat bir nexweşxaneyê.

Hevserokê Şaredariya Hewagê Îsmail Yildiz derbarê bûyerê de ji Rûdawê re got:

“Karker ê kompanyayeke ser bi Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ve ye.

Wî karê danîna kanalîzasyonê (avrêj) dikir. Ez çûm min li cihê bûyerê lêkolîn kir.

Li cihê kolandina avrêjê tedbîrên ewlehiyê nehatibûn girtin û bi qasî 4 metreyan kort hatibû kolandin.

Dema karker borî bi hev dixistin ax bi ser de herifî û canê xwe ji dest da.”

Îsmail Yildiz herwiha da zanîn ku cenazeyê karker bi fermana qaymeqam bêyî lêkolîna dozger ji cihê bûyerê hat rakirin.

Yildiz diyar kir ku divê piştî lêkolînê cenaze ji cihê bûyerê bihata veguhastin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst