ISIG: Di 12 salan de 2728 karkerên ciwan li ser kar mirine

19-05-2025
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Tirkiye Mirina Karkeran Ciwan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -Meclisa Ewlehî û Tenduristiya Karkeran (ISIG) ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 12 salên dawî de herî kêm 2 hezar û 728 karkeran ciwan li ser kar mirine.

ISIGê “Rapora Cînayetên Kar ên Karkerên Ciwan” ên di navbera 2013 û heta 4 mehên destpêkê yên sala 2025an de belav kir.

Li gorî raporê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 12 salên dawî de herî kêm 2 hezar û 728 karkerên ciwan mirine.

Di raporê de hat ragihandin ku 222 karker di 18 saliya xwe de, hezar û 214 karker di temenên di navbera 19-22 salî de û hezar û 292 karker jî di temenên di navbera 23-25 salî de mirine.

Her wiha 284 karkerên ciwan ên di dema kar de mirine koçber û penaber bûne.

Herî zêde di sektora avahîsaziyê de

Piraniya karkerên ciwan di sektora avahisaziyê de û herî kêm jî di sektora metalê de mirine.

Ji sedî 26ê karkerên ciwan di sektora avahisaziyê de û ji sedî 6ê wan di sektora metalê de mirine.

Ji sedî 24ê karkerên ciwan di qezayên trafîkê de, ji sedî 16ê wan ji ber ketina ji cihekî bilind, ji sedî 15ê wan ji ber herifînê mirine.

Mirinên herî zêde yên karkerên ciwan li bajarên Stenbol, Antalya, Konya, Îzmîr û Enqereyê çêbûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst