COLEMÊRG - Ciwanê 16 salî hîn jî nehatiye dîtin

19-05-2025
Nîşan Ciwan Winda Colemêrg Avaşîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ciwanê 16 salî yên ku li Colemêrga Bakurê Kurdistanê ketibû Avaşînê hîn jî nehatiye dîtin.

Li navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê ciwanê bi navê Nêçîr (Îbrahîm) Kom 10ê vê mehê dema bi hevalên xwe re ji bo geştê diçe herêma Oremarê dikeve Çemê Avaşînê û winda dibe.

Tevî hemû hewlan jî heta niha Nêçîr Komê 16 salî nehatiye dîtin.

Hewldanên ji bo dîtina Nêçîr ji 10ê Gulanê ve didomin lê heta niha ti encam nîne.

Xebatên lêgerînê di bin serkêşiya AFADê de tên meşandin û gelek tîm beşdarî xebatan dibin.

Tîmên ku li wî cihê ku Nêçîr ketiye çem lêgerînê dikin, li kêleka çem jî digerin.

Malbata Nêçîr jî li herêmê ye û li benda xeberekê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst