Colemêrg - Jineke 60 salî ji şeva borî ve winda ye

10-04-2025
RÛDAW
Nîşan Colemêrg Jin Winda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li taxa Pirodanê ya Colemêrgê jina 60 salî ya bi navê F.K. ji şeva borî ve winda ye.

Piştî ku cîranan ji jina ku bi tena serê xwe dijî tu xeber nesitandin, li ser agahdarkirina wan, li herêmê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hatine destpêkirin.

Tîmên AFADê û tîmên rizgarkirinê yên Şaredariya Colemêrgê ku piştî agahdarkirinê çûn cihê bûyerê, ji saetên serê sibê ve li derdora Çemê Katramasê lêgerîneke berfireh didomînin.

Xebatên tîman ji ber leza bilind a çêm û şertên zehmet ên erdnîgariyê bi dijwarî dimeşin.

Hat zanîn ku jina windabûye, hevjîna Îbrahîm Keskîn e ku sala borî li heman herêmê li ber avê çûbû û jiyana xwe ji dest dabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst