Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî li Selahedînê helbestvanê mezin ê neteweyî yê Kurd Midhet Xidir Ebdula ku bi navê Midhet Bêxew tê naskirin pêşwazî kir.
Baregeha Barzanî li ser hevdîtina Serok Barzanî û Midhet Bêxew daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê di hevdîtinê de Serok Barzanî ji bilî pirsa rewşa wî, rola Midhet Bêxew a di tevgera edebiyat û rewşenbîriya Kurdî û dewlemendkirina edebiyata şoreşê, niştimanperwerî û Kurdayetiyê de bilind nirxand.
Serok Barzanî bal kişand ser sirûda "Em Pêşmerge ne heta ku em dijîn", ku helbesta mamoste Midhet bûye û bi dengê hunermendê mezin ê gelê me Fuad Ehmed hatiye gotin.
Di berdewamiya daxuyaniyê jî de wiha hat gotin: “Serok Barzanî diyar kir ku mamoste Midhet di rêya çend sirûd û helbestên neteweyî yên din de cih girtiye û di pêşxistina giyana netewexwazî û hezkirina niştimanê de di nav rêzên Pêşmerge û xelkê Kurdistanê de roleke diyar lîstiye.
Serok Barzanî destxweşî li erk û keda mamoste Midhet Bêxew kir di xizmeta warê helbest û sirûda zarokên Kurdistanê de û hêviya saxlemî û temendirêjiyê ji bo mamoste Midhet xwest.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse