Li Amedê bav û kur hatin şewitandin

19-05-2025
RÛDAW
Nîşan Amed Kamyonet Cenaze Bav û Kur
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Gundê Çemê Embarê yê navçeya Sûrê ya Amedê di kamyoneta şewitî de 2 cenaze hatin dîtin.

Xelkê li Gundê Çemê Embarê yê navçeya Sûrê ya Amedê kamyoneteke şewitî dîtin û wan hêzên ewlehiyê ji rewşê agahdar kirin.

Ekîbên cendirme, agirkuj û tenduristiyê û Tîmên Lêkolîna Sûcan a Cendirmeyan (JASAT) çûn cihê bûyerê.

Piştî lêkolînê ekîban di kamyoneta şewîtî de cenazeyê 2 kesan hatin dîtin.

Di lêkolîna ewil de hat tesbîtkirin ku her du cenaze yên Remzî Satiyê 49 û kurê wî Muhammet Sariyê 14 salî ne.

Tîmên tendursitiyê cenaze ji bo ku otopsî bê birin Saziya Tipa Dadê ya Amedê.

Piştî lêkolînê kamyonet ji cihê ku lê bû hat rakirin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Remzî Satî ku karê ajaldariyê dikir û kurê wî Muhammeet Satî, doh êvarî bi kamyoneta xwe çûne mezrayeke nêzîkî gundê xwe.

Kesek an jî çend kesên ku nasnavê wan nehatiye zanîn, bav û kurê wî girêdane û ew xistine kamyonetê.

Van kesan benzîn li kamyonetê kirine û paşê jî agir berdane kamyonetê.

Li gorî îdiayan, bav û kur bi saxî hatine şewitandin û wan li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye.

Serdozgeriya Komarî ya Amedê, li ser vê bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Remzî Satî

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst