Doza Şîlan Îsmaîlê: 3 tohmetbar hatin girtin

19-05-2025
RÛDAW
Nîşan Şîlan Îsmaîl Zaxo Dadgeha Zaxoyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser doza Şîlan Îsmaîlê li Zaxoyê 2 jê bijîşk 3 kes hatin girtin.

Îro li Dadgeha Zaxoyê, îfadeya wan bijîşk û karmendên tenduristiyê hat wergirtin ku roja Şîlan Îsmaîl nexweşxaneyê bûn û xwîn dabûn wê.

Dayika 7 zarokan li Zaxoyê ji ber xwîna şaş a ku jê re hatibû dayîn wefat kiribû.

Rêveberiya Tenduristiya Zaxoyê ji ber wê bûyerê, lijneyeke lêkolînê pêk anî. Her wiha dozgerê giştî gilî tomar kir û îro 5 kes hatin dadgehê.

Nûçegihanê Rûdawê Xerîb Mecîd, şopdarê dosyeyê bû û ragihand ku ji wan 5 kesên ku hatibûn dadgehê, 3 kes hatine girtin û yên din serbest hatine berdan.

 Li gorî gotina Xerîb Mecîd, ew 3 kesên ku hatine zîndanîkirin, yek ji wan bijîşkê bêhişkirina Şîlanê bûye û yekî din jî alîkarê wî bûye û yê din jî karmendê tenduristiyê bûye.

Wan her du kesên ku hatine azadkirin, ji dadwer re gotine ku ew di wê roja bûyer qewimî de ne di nobetê de bûne.

Dadgehkirina îro nêzîkî heft saetan berdewam kir. Li gorî zanyariyên Rûdawê, sibe 5 kesên din ji bo wergirtina gotinê diçin dadgeha Zaxoyê, di nav de ew pizîşkê ku neştergeriya Şîlanê kiribû jî heye.

Bêhişbûn û mirina Şîlanê di torên civakî de gelek bertek nîşan da û welatiyan hevxemiya xwe ji bo malbata wê diyar kir.

Li gorî gotina Xerîb Mecîd, ew kesê ku qeyda wergirtina xwîna Şîlanê dagirtiye û daxwaza xwînê kiriye, heta niha di dosyeyê de ne diyar e.

Şîlan Îsmaîl a ku li Zaxoyê dijiya û dayika 7 zarokan bû, piştî emeliyatekê ji ber ku xwîna şaş jê re hatibû dayîn ketibû komayê.

Îsmaîl, piştî ku 17 rojan di beşa çavdêriya bijîşkan de bû pêr wefat kiribû.

Li gorî çavkaniyên bijîşkiyê yên navneteweyî, dema ku xwîneke ne guncav ji kesekî re tê dayîn, pergala parastina bedena mirovan vê xwîna biyanî wekî gefekê dibîne û êrişî wê dike.

Di vê rewşê de, laş hewl dide ku hûcreyên xwînê yên ku ne yên pergala wê ne ji holê rake.

Ev bertekdan di demeke kurt de dibe sedema pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî.

Bijîşkan xwîna xelet dabû Şîlanê

Piştî emeliyata Şîlan Îsmaîlê hewceyî bi xwînê çêbû. Karmendên nexweşxaneyê di şûna cureyê xwîna wê B+ de, xwîna A+ dane jinika ciwan.

Vê şaşiyê wisa kir ku pergala berevaniyê ya Şîlanê xwîna biyanî red bike û bertekeke xurt a berevaniyê li hemberî xwînê pêş ve bibe.

Laşê Şîlanê di demeke kurt de dest bi nîşandana nîşaneyên cidî yên wekî taya bilind, birîn, tengasiya bêhnê, lawaziya masûlkeyan, xerabbûna fonksiyonên gurçik û kezebê kir.

Ev hemû bi hev re bûn sedema têkçûna gelek organan û hilweşîna pergala gera xwînê.

Di encamê de, jinika ciwan ku 17 rojan di komayê de jiyana xwe ji dest da bû.

Rêveberiya Tenduristiyê ya Zaxoyê, di daxuyaniya xwe ya piştî bûyerê de ragihand ku ji bo lêkolîna îhmalê komîsyoneke taybet a ji 5 bijîşkan pêk tê hatiye avakirin.

Derbarê hemû karmendên tenduristiyê yên ku wê şevê li ser kar bûn de lêpirsîn dest pê kiriye. Dema ku lêpirsîn temam bibe, dê cezayên pêwîst li karmendên ku îhmal kirine bên sepandin.

Mirina trajîk a Şîlan Îsmaîl, kêmasiyên çavdêriyê di pergala tenduristiyê de dîsa anî rojevê, di heman demê de bû sedema xemgînî û bertekekê di nav xelkê herêmê de.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst