Qamişlo (Rûdaw) - Cotkarên Rojavayê Kurdistanê ji ber bihayê genim ku ji aliyê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ve hatiye destnîşankirin ne razî ne û dibêjin ku bi vî bihayî keda wan a salekê vala diçe.
Cotkar diyar dikin, eger bihayê genim neyê guhertin ew dê sala bê dev ji çandiniyê berdin.
Li gorî endezyarekî çandiniyê jî ji sedî 85ê genimê Sûriyeyê li Rojavayê Kurdistanê tê berhemanîn û bi vî bihayê kêm xelkê deverê dê zerereke mezin bibîne.
Keda salan li ber bayê diçe
Cotkarên ku temenê xwe li nav zeviyan derbas kiriye, li dijî wî bihayê ku hikûmetê destnîşan kiriye xwenîşandanê dikin.
Ehmed Xelef ne salek û ne jî du sal in, ew ji sala 1950yî ve genim diçîne.
Ehmed Xelef niha dibêje, eger biha wisa be ew dê sala bê genim neçîne û zeviyên xwe şûv bihêle çêtir e û got:
“Xercî dernakeve, min pere xistiye erdê lê dernakeve.”
“Em dê çawa keda xwe belaş bidin?”
Xwenîşander dibêjin ku parastina welatan bi parastina nanê feqîr û hejaran e.
Welatî Saed Ebû Elî nerazîbûna xwe wiha anî zimên:
“Hikûmetek hatiye û li ser kêfa xwe tiştan dike. Her yek dê ji bo xwe bixebite û qedrê feqîran û milet nizane.
Dibêjin biha li Amerîka, Fransa û Dubayiyê wisa ye. Ma jiyana me jî wekî ya wan e?
Bila ez jî wekî welatiyekî Amerîkî bi rûmet bijîm, bi Xwedê ez dê genimê xwe belaş bidim we.
Ez dê kolanan bêyî meaş paqij bikim lê tu min birçî û tî dihêlî, ez dê çawa keda xwe belaş bidim te?”
Endezyarê çandiniyê Ebdulqadir Tîşê ku bi xwe xwediyê dermanxaneyeke çandiniyê ye û rewşa berheman baş dizane da zanîn ku bi vî bihayî xelkê Rojavayê Kurdistanê zerermend dibe.
Ebdulqadir Tîşê da zanîn ku ji sedî 85ê genimê Sûriyeyê li parêzgehên Rojavayê Kurdistanê tê hilbirîn û got:
“Kel û pel giran in. Heqdest biha ye, tov biha ye, gubre biha ye.
Ev hemû dikin 33 sent. Min hesab kiriye lê hikûmet dibêje ez dê bi 33 û nîvan bikirim.”
Hikûmetê bihayekî kêm diyar kiriye
Wezareta Aboriyê ya Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê bi biryarekê bihayê her kîloyek genimê ku ji cotkaran bikire bi 33 sentan (0,33 dolar) destnîşan kir.
Sala borî Rêveberiya Xweser genim ji cotkaran dikirî lê îsal desthilata deverê ketiye destê Şamê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse