Mîkaîl Bulbul: Nabe ku her kes li gorî eşîr û pîrika xwe peyvan binivîse

1 demjimêr berê
RÛDAW
Mîkaîl Bulbul pirsên Rûdawê bersivandin / Wêne: Ji ber dîmenan
Mîkaîl Bulbul pirsên Rûdawê bersivandin / Wêne: Ji ber dîmenan
Nîşan Ferhenga Rastnivîsînê Weqfa Mezopotamyayê Mîkaîl Bulbul Kurmancî Kurdî
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Weqfa Mezopotamyayê "Ferhenga Rastnivîsînê" ya ji bo Kurdiya Kurmancî çap kir.

Ev xebata ku cara yekem e bi vî rengî li Bakurê Kurdistanê tê kirin, ji bo standardkirina zimanê Kurdî gaveke dîrokî tê dîtin.

Koordînatorê Weqfa Mezopotamyayê Mîkaîl Bulbul pirsên nûçegihanê Rûdawê Maşallah Dekak ên li ser girîngiya berhemê bersivandin.

Mîkaîl Bulbul diyar kir ku yekemînbûna vê ferhengê ji aliyê kolektîfbûn û qebareya wê ve ye û got:

"Yekemînbûna wê ev e; ji aliyê kolektîfbûnê û qebareya xwe ve, naveroka xwe ve xebateke dîrokî ye.

Jixwe Celadet Bedirxan alfabeyek ji Kurdan re çêkiribû û ji bo bingeha zimanê Kurdî anîbû ango ji bo nivîsînê.

Lê ferhengên rastnivîsînê kêm bûn ji bo Kurdiya Kurmancî ku ziman standardîze bibe û rêberên rastnivîsînê kêm bûn."

Xebateke kolektîf a 25 zimannasan

Mîkaîl Bulbul anî ziman ku ew 8 salan li ser vê xebatê xebitîne û zêdetirî 20-25 zimannasên ji her çar parçeyên Kurdistanê beşdar bûne û anî ziman:

"Em 20-25 kes zimannas ji Rojava û Başûr û dîsa Bakur û Rojhilatê Kurdistanê bûn.

Me li ser her peyvê biryar da û ji nêzîkî 60 herêmên Kurdistanê me peyv berhev kirin, varyantên peyvan me berhev kirin û bi vî awayî me yek ji wan varyantan hilbijart ji bo Kurdiya nivîskî."

Ji bo zimanê medyayê û dibistanan standardî

Bulbul bal kişand ser hewcedariya standardkirina ziman û da zanîn ku nabe her kes li gorî gund an eşîra xwe binivîse û got:

"Niha wekî mînak mesela bi Kurmancî, nabe ku her kes li gorî eşîra xwe, li gorî gundê xwe, li gorî pîrika xwe peyvan binivîse.

Lazim e standard peyda bibin. Îcar wekî mînak me di vê xebatê de çi kir, hemû serxal û binxal hene.

Lazim e mirov ji bo zimanê medyayê, ji bo zimanê dibistanan, ji bo zimanê rojnameyan yekê qebûl bike ku zimanekî hevbeş çêbibe."

Di vê ferhengê de 10 hezar û 230 peyvên bingehîn hene û bi varyantên xwe ve ev hejmar digihêje 60 hezarî.

Bulbul wekî mînak peyvên "hosta" û "kîvroşk" nîşan dan û got ku wan ji bo her peyvê formeke standard hilbijartî ye.

Gihîştina bi rêya dîjîtal: ferhengkurdi.com

Koordînatorê Weqfa Mezopotamyayê eşkere kir ku her kes dikare li ser înternetê xwe bigihîne vê berhemê û ragihand:

"Her kes li kîjan dera dinyayê be, dixwaze lêkolînekê bi vî awayî bike yanî standarta peyvekê hîn bibe, dê lêgerînê bike wê peyvê binivîse hem a devokî dê derdikeve hem jî standarta wê ya pêşniyarkirî derdikeve."

Mîkaîl Bulbul di dawiyê de teqez kir ku ev ferheng ji bo rojnameger û nivîskaran çavkaniyeke gelekî girîng e.

Ferhenga Rastnivîsînê: https://www.ferhengkurdi.com/

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst