Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî li ser pêvajoyê got, “Tirkiyeya bêteror ne armanceke siyasî ye û armanca wê rawestandina rondikên dayikan û misogerkirina biratiyê ye.”
Serokê MHPyê Devlet Bahçelî li Enqereyê di "Kongreya Mezin a Ciwanên Tirk" de axivî.
Bahçelî di axaftina xwe de bi giranî bal kişand ser pêvajoya çareseriyê ku ew wekî "Tirkiyeya bêteror" bi nav dikin.
"Armanc paşeroja zarokên me ye"
Bahçelî ragihand, barê ku wan ji bo pêvajoyê hildaye ser milê xwe ne ji bo destkeftên siyasî ye û got:
"Ev bar, ne armanceke siyasî ye. Armanc rawestandina rondikên çavên dayikan e.
Parastina paşeroja zarokên me û xurtkirina biratiya li ser vê xakê ye.
Gihandina yekîtiya hezar salî ya miletê Tirk a ji bo ebediyetê, ji bo me 'Sêva Sor' e."
"Meşên mezin bi hilgirtina barê hevdû digihîjin armancê"
Serokê MHPyê di berdewamiya axaftina xwe de ji ciwanan xwest ku di navbera xwe de biratiyeke xurt ava bikin û pê de çû:
"Daxwaza min ji we ew e ku girêdanên we yên biratiyê saxlem bin û helwesta we ya li ser pêyan bêtawîz be.
Pişta xwe bidin hevdû. Ne yên ku hevdû kêm dikin lê yên ku hevdû zêde dikin bin.
Ji bîr nekin, meşên mezin ne bi yên ku pê li lingên hevdû dikin, lê bi yên ku barê hevdû hildigirin digihîjin armancê."
Devlet Bahçelî destnîşan kir ku niha li ser milên wan berpirsyariyeke mezin a dîrokî heye û bangî ciwanan kir ku piştgiriyê bidin pêvajoyê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse