Bîrhat Xeyas platforma 'Kurdeng'ê çêkir: Bi 250 zimanî wergerê dike

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Bîrhat Xeyas Kurdeng Werger
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ciwanekî 25 salî yê Dihokî, bi bikaranîna binesaziya hişê çêkirî platformek ava kir ku dikare bi 250 zimanî wergerê bike.

Di projeya ku navê wê "Kurdeng" e de, cihêkî taybet daye zaravaya Badînî ya Kurdî ku bi gelemperî di platformên dîjîtal de tê piştguhkirin.

Derçûyê Beşa Ziman û Wêjeya Îngilîzî ya Zanîngeha Zaxoyê Bîrhat Xeyas, li ser hûrgiliyên projeya malpera wergerê ya ku wî ava kiriye ji Rûdawê re axivî.

Bêyî ti piştgiriyan pêk aniye

Bîrhat Xeyas diyar kir ku wî proje bêyî ti piştgiriyên darayî pêk aniye û got:

"Ev du sal in ez bi tenê dixebitim. Bêyî ku ez ti piştgiriyên madî yan jî manewî wergirim, ez ji bo çêkirina vê malpera wergerê ya bi navê 'Kurdeng'ê xebitîm.

Min mesrefên server û domainê bi temamî bi derfetên xwe dan."

Di binesaziyê de Gemini 3.1 Pro heye

Bîrhat Xeyas qala taybetmendiyên teknîkî yên pergalê kir.

Bîrhat Xeyas destnîşan kir ku di binesaziyê de modela hişê çêkirî ya Gemini 3.1 Pro tê bikaranîn.

Taybetmendiya herî berbiçav a projeyê ew e ku balê dikişîne ser bipêşxistina zaravayên Kurdî.

Bi taybetî jî Badîniyê ku di platformên cîhanî de têrker cih nabîne dike navend.

Bîrhat Xeyas bal kişand ser kêmbûna amaran di zaravaya Badînî de û wiha axivî:

"Çavkaniyên dîjîtal ên di zaravaya Badînî de gelekî sînordar in.

Ji bo ku ez vê valahiyê bigirim, min heta niha ji ferhengên cuda nêzîkî 8 heta 10 hezar peyv û amar kom kirin û li pergalê zêde kirin.

Piraniya van ji peyvên Badînî û Îngilîzî pêk tên."

Ciwanê Dihokî yê ku di heman demê de wênekêşî û kameramaniyê jî dike, destnîşan kir ku platform niha ji bo xwendekar û hemû bikarhêneran bi temamî bê pere ye.

"Em dixwazin projeyê bikin sepan"

Bîrhat Xeyas qala armancên xwe yên paşerojê jî kir û ev tişt anîn zimên:

"Em plan dikin ku em projeyê hîn zêdetir bi pêş bixin. Em dixwazin wê ji bo pergalên xebitandinê yên Android û iOSê bikin sepaneke mobîl.

Lê belê ji bo vê yekê, pêwîstiya me bi saziyekê heye ku piştgiriyê bide me.

Her wiha ji bo ku em projeyê mezin bikin, pêwîstiya me bi dahatên sponsorî û reklaman heye."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst