Hejmara qurbaniyên bombebarana Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê gihîşt 5 kesan

19-06-2020
RÛDAW
Nîşan Kanî Masê Şêladizê Başûrê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di encama bombebarana balafirên cengî yên Tirkiyê de li sînorê herdu nahiyeyên Şêladizê û Kanî Masê 5 hemwelatinên sivîl şehîd bûn. Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê îddîa kiriye ku di bombebarana firokeyên wan de 3 kesan canê xwe ji dest dane û ew 3 kes endamên PKKê bûne.

Peyamnêrê Rûdawê ragihand, firokeyên cengî yên Tirkiyê îro gundê Sîdan li sînorê nahiyeya Şêladizê bombebaran kirin.

Peyamnêrê Rûdawê ragihand ku hejmara quraniyên wê bombebaranê bo 5 kesan bilind bûye û got, tirs û dilgiraniyek mezin di nav xelkê navçeyê de belav bûye.

Nasir Elî, Peyamnêrê Rûdawê li Duhokê aşkere kir di bombebaranên Tirkiyê de, 4 kes ji wan hemwelatiyên sivîl li sînorê Şêladizê û kesekê jî li sînorê Kanî Masê canê xwe ji dest daye.

Nasnameya kesên canê xwe ji dest dane;

Emîn Selah, rûniştvanê komelgeha Qedş

Azad Mehdî, rûniştvanê bajarokê Şêladizê

Ebas Adem, rûniştvanê bajarokê Şêladizê

Dêman Omer, rûniştvanê bajarokê Şêladizê

Nasnemaya yek ji wan qurbaniyan ku di encama bombebaranê de laşê wî şewitiye, hîn nehatiye aşkerekirin.

Pêştir Rêveberê Nahiyeya Şêladzê, Warşîn Selman ji Rûdawê re gotibû, ku di bombebaranê de 2 kesên sivîl canê xwe ji dest dane. Warşîn Selman gotibû: “Ji ber ku termên wan herduyan gelek şewitîne, nasnameya kesekî ji wan hêj nehatiye diayrkirin, lê herdu kes xort in û temenê wan di navbera 30 heta 40 sal de ye.”

Li aliyekê din, Rêveberê Nahiyeya Kanî Masê, Serbest Sebrî ji Rûdawê re axivîbû û diyar kiribû, “li gundê Gîlka yê ser bi vê nahiyeyê ve termê gencekî hatiye dîtin ku ew du roj bûn bêserûşûn bû.”

Serbest Sebrî nasnameya wî gencî aşkere kiribû û gotibû: “Navê wî xortî Emîn Selah û 27 salî ye û îro aşkere bû ku ber bombebarana Tirkiyê ketiye û şehîd bûye.”

Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî dîmenên vîdyoyî yên êrîşê belav kiribûn û îddîa kiribû, ew kesên ku di êrîşa balafirên wan de hatine kuştin, gerîlayên PKKê ne.

 

Tirkiyê şeva 14ê Hezîranê operasyoneke esmanî bi navê Çengê Baz bo ser pêgehên PKKê li navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê û bakurê Iraqê pêk anî. Wezareta Berevaniya Tirkiyê piştî wê operasyonê ragihandibû, ku 81 pêgeh bûne armanca êrîşên balafirên wan.

Herwiha Tirkiyê di 16ê Hezîranê de jî operayonek bi navê Çengê Piling bo ser devera heftenînê li sînorê Batîfa ya Duhokê lidarxist.

Derbarê wê operasyonê de Tirkiyê û PKKê daxuyaniyên cuda belav kirin, Tirkiyê îdia kir, ku hêzên wan di wê operasyonê de zêdetir ji 500 armanc û pêgehên PKKê kirine armanca êrîşên xwe, lê HPG baskê leşkerî yê PKKê diyar kir, ku wan operasyona Tirkiyê ya li heftenînê her di destpêkê de têk bir û zirarek mezin gihand hêzên tirk.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst