کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

PSK dibêje divê Kurd li hemberî çalakiyên provokatîf hişyar bin

PSK dibêje divê Kurd li hemberî çalakiyên provokatîf hişyar bin

Kurdistan

PSK: Rê nedin dek û dolavên neyarên Kurdan serkevin

Sabriye Cotkar

Sabriye Cotkar

19-06-2021
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Sabriye Cotkar
Sabriye Cotkar19-06-2021

Nûçeyên Têkildar

Koçberên Serê Kaniyê dîsa vegeriyan Hisîçayê: ‘Çek li me rakirin’
Kurdistan22-11-2026

Koçberên Serê Kaniyê dîsa vegeriyan Hisîçayê: ‘Çek li me rakirin’

Jîngehparêzên Zagrosê li Çiyayê Şahoyê ji bo zarokan çalakiyek li dar xist
Kurdistan22-11-2026

Jîngehparêzên Zagrosê li Çiyayê Şahoyê ji bo zarokan çalakiyek li dar xist

Li Qoserê çalakiya budceyê: Cotkar bi traktorên xwe daketin kolanan
Kurdistan22-11-2026

Li Qoserê çalakiya budceyê: Cotkar bi traktorên xwe daketin kolanan

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) derbarê têkildarî êrişa li ser avahiya HDPê ya li Îzmîrê ku di wê êrişê de endama partiyê Denîz Poyraz jiyana xwe ji dest dabû û êrişa li dijî avahiya AK Partiya li navçeya Hêneyê ya Amedê hişyarî da û ragihand: “Rê nedin dek û dolavên neyarên Kurdan serkevin.”

PSKê bi daxuyaniyekê hişyariya aloziyan û çalakiyên provokatîf ên li dijî Kurdan kir.

PSK amaje bi wê yekê kir ku hewl hene ku bertekên rewa û mafdar ên ji ber kuştina Deniz Poyraz, bêne û manîpulekirin û bêbandorkirin.

Di daxuyaniya xwe de PSK dibêje: “Herwekî tê zanin di 17ê di Hezîranê sala 2021an de, avahiya şaxa Îzmîr a HDP ketibû ber êrîşê û endama HDPê ya bi navê Denîz Poyraz hatibû kuştin. Hemû Kurdan, kesên demokrat û aşitixwaz, ew êrîşa hov şermezar kirin û daxwaz kirin, ku hemu aliyên êrîşê bêne eşkerekirin.”

PSKê bal kişand ser êrişa dijî avahiya AK Partiyê ya Hêneyê û dibêje: “Di vê demê de avahiya AKP li navçeya Hêne ya ser bi Amadê ket ber êrîşê. Armanca êrîşa hanê ya ajawegerî ye û bê nirx û bê bandor kirina bertekên, ku derbarê kuştina Denîz Poyraz de hatibû nişandan. Divê em xwe ji her cureyê kar û kiryarên, ku xebata me ya azadî û demokrasiyê lekedar dike, dur bêxin. Ji ber ku karên bi vî rengî ajawegerî ye û xizmeta deshilata Tirkiyê dike.”

Di beşeke din a daxuyaniya xwe PSK banga hemû hêzên welatparêz û domokrat û aşitîxwazan dike û dibêje: “Li hember êrîşan, ku roj bi roj zêdetir dibin, mil bidin e hev. Roj roja yêkitî ye, roja berxwedana erîşên dagirker û kolonyalîstan e.  Werin em plan û xev û xeyalen kîrêt û xwînavî yên neyar pûç bikin.”

Pirsên