SILÊMANÎ - Li Dûkanê dronek ket xwarê

19-06-2025
RÛDAW
Nîşan Silêmanî Dokan Dron Ketin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li nahiyeya Bingirdê navçeya Dûkanê ya parêzgeha Silêmaniyê, dronek ket xwarê.

Qeymeqamiya Dûkanê bi daxuyaniyekê ragihand ku dron li nêzîkî gundê Gomezelê yê nahiyeya Bingirdê ketiye xwarê.

Qeymeqamiyê di daxuyaniyê de ragihand, "Ji ber ketina dronê ti ziyaneke canî çênebûye."

Her wiha hêzên ewlehiyê çûne cihê bûyerê û dest bi lêkolînê kiriye.

Ji berbanga 13yê Hezîranê ve şerê Îran û Îsraîlê bi tundî berdewam dike. Îran bi dron û mûşekan êrişî Îsraîlê dike û Îsraîl jî navendên stratejîk û tesîsên atomî yên Îranê bombebaran dike. 

Gelek dron û parçeyên mûşekên Îranê li Îraq û Herêma Kurdistanê dikevin. Divê were gotin ku îro droneke Îranê li Mexmûrê li nav zeviyên genim ketibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst