Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê berê yê PJAKê Siyamend Moînî got, “Eger şert û merc pêwîst bikin, ji bo parastina gelê xwe em xwedî wê şiyanê ne ku midaxele bikin.”
Hevserokê berê û Endamê Konseya Birêveberiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Siyamend Moînî li ser şerê Îran û Îsraîlê axivî.
Rojnamegerê Kurd ê li Amerîkayê Mutlu Çîvîroglu ji ser hesabê xwe yê Facebookê hevpevîna xwe û Siyamend Moînî belav kir.
Moînî diyar kir ku "têkçûna Komara Îslamî ya Îranê pêngaveke girîng a ber bi azadî û demokrasiyê ye."
Moînî ragihand ku piştî êrişên Îsraîlê, li Îranê "hêviyeke mezin li nava xelkê derbarê lawazbûna dîktatoriya Komara Îslamî ya Îranê de çêdibe."
Moînî got, "PJAK yekane rêxistin e ku hem xwedî strûktureke rêxistinî ya damezrandî ye û hem jî xwedî hêzên leşkerî ye ku li hundirê Îranê çalakin."
Wî di dirêjahiya hevdîtinê de diyar kir ku Komara Îslamî ya Îranê bi dehsalan e jinavbirina Îsraîlê kiriye kevirê bingehîn ê siyaseta xwe ya derve.
Li gorî gotina Moînî, bi bikaranîna dirûşmên wekî "Îsraîlê birûxînin" ên rejîmê ne tenê ji bo Îsraîlê lê ji bo aştî û aramiya herêmî jî gefeke mezin e.
Stratejiya Îranê û êrişên Îsraîlê
Serkirdeyê PJAKê di berdewamiyê jî de got, “Tehran, bi cesareta ji xemsariya navneteweyî û berdewamiya pêwendiyên aborî yên bi hin beşên Ewropayê re, bernameya xwe ya muşekên balîstîk berfireh kiriye û li pey şiyanên nukleerî ketiye.
Stratejiya wê ev e, zexta navxweyî li hundir, têkdana aramiyê li derve.
Îsraîlê zincîreyek êrişên mezin ên leşkerî li dijî tesîsên atomî, navendên fermandariyê û cihên girêdayî Supaya Pasdaran ên Îranê pêk aniye.
Hewldanên tolhildanê yên Îranê nikarîne kampanyaya Îsraîlê rawestînin an jî zererê bipaşde vegerînin."
Dema têkoşîna dawî li dijî zilmê
Moînî di beşeke din a axaftina xwe de amaje bi paşeroja Îranê kir û wiha domand:
"Eger zextên Îsraîlê bidomin û Washington li ser helwesta xwe ya li dijî lihevkirina bi Tehranê re bimîne, dibe ku Komara Îslamî rûbirûyî têkçûneke bêveger bibe.
Ji bo gelên Îranê, bi taybetî ji bo gelê Kurd, dibe ku ev bibe kêliya ku têkoşîna li dijî zilmê careke din û dawî were bipêşxistin.
Barê herî giran ê vê şerxwaziyê dikeve ser milê sivîlan ku jixwe rûbirûyî pirsgirêkên kûr ên aborî û civakî ne.
Ji sala 2004an ve, partiya me PJAK li dijî vê dîktatorî û zordariyê bi xurtî li ber xwe daye û di vê pêvajoyê de qurbaniyên mezin dane.
Em ji bo avakirina civakeke azad, demokratîk û ekolojîk a li ser bingeha azadiya jinê pabend in û heta ku dîtina me pêk were em dê vê têkoşînê berdewam bikin.”
“Hêzên me yên leşkerî li Îranê çalak in”
Moînî di dawiya hevpeyvînê de eşkere kir ku PJAK yekane rêxistin e ku hem xwedî strûktureke rêxistinî ya damezrandî ye û hem jî xwedî hêzên leşkerî ye ku li hundirê Îranê çalak in û got:
“Eger şert û merc pêwîst bikin, ji bo parastina gelê xwe em xwedî wê şiyanê ne ku midaxele bikin.
Eger hêzên zordar ên Komara Îslamî ya Îranê li dijî sivîlan serî li tundûtûjiyê bidin, gelê me xwedî mafê rewa yê parastina xwe ye.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse