PJAKê li ser şerê Îran û Îsraîlê daxuyanî da

14-06-2025
RÛDAW
Nîşan PJAK Îsraîl Îran Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ragihand ku şerê di navbera Îran û Îsraîlê de ne şerê rizgariya gelan e lê ultîmatoma dawî ya sîstema hêzên cîhanî ye li dijî rejîma Îranê û dê heta jinûveavakirina rejîmê berdewam bike.

PJAK di daxuyaniya xwe ya îro de amaje bi êrişên 13ê Hezîranê yên Îsraîlê yên li ser navendên atomî, leşkerî û fermandariyên Komara Îslamî ya Îranê kir û destnîşan kir ku armanca van êrişan navendên leşkerî û kesayetên girêdayî Supaya Pasdaran a Îranê ne.

Li gorî daxuyaniyê, êrişên tolhildanê yên Komara Îslamî li dijî Îsraîlê jî têrê nakin ku pêşî li êrişên wê yên kujer bigirin.

PJAKê di berdewamiyê jî got, "Ev şer, ultîmatoma dawî ya sîstema hêzên cîhanî ye li dijî rejîma Îranê û dê berdewam bike heya ku rejîm bi tevahî bê jinûveavakirin û bêbandorkirin.

Bêguman ev ne pêvajoyeke kurt e lê beşeke girîng a projeyeke mezintir e ku wekî Rojhilata Navîn a nû tê binavkirin."

"Şahiya gel nayê wateya ku gel hêviyên xwe bi şer ve girê dide"

Di daxuyaniyê amaje bi wê yekê jî hat kirin ku kiryarên îdamkirin, tepeserî, cudahî, gendelî, xizanî û bêhêvîtiyê yên Îranê bûne sedema nerazîbûna kûr a Îranê û got:

"Şahiya gel a li hemberî lawazkirina rejîmê, nayê wê wateyê ku hemû hêviyên xwe bi encama şer ve girê didin.

Ev şerê hêz û berjewendiyên cuda ye, ne şerê rizgariya gelan e. Ev şer encama siyasetên leşkergirî û firewanxwaziyê yên Komara Îslamî ya Îranê ye ku ti giringiyê nade êş û azar û pirsgirêkên gelê Îranê."

PJAKê destnîşan kir ku şer ji aliyê desthilatdaran ve dest pê kir lê barê wê dikeve ser milê xelkekî ku berê di nav qeyranên civakî û aborî de dijîn.

"Jin, Jiyan, Azadî dê azadiyê bîne Îranê"

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê got, divê gelê Îranê neçar nemîne ku di navbera şer û qebûlkirina rejîmeke dîktator de biryarê bide.

"Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ku li dijî sepandina şer li ser gelê Îranê ye, tekez li ser prensîpa têkoşîna demokratîk dike.

Dê têkoşîna demokratîk a gelê Îranê û şoreşa taybetî ya Jin, Jiyan, Azadî be ku dê azadiyê bîne Îranê."

PJAKê got, bidestxistina armancên şoreşa demokratîk, pêwîstî bi yekîtî û hevkariya azadîxwazan, hêzên demokratîk, têkoşerên neteweyî, jin û tevgerên nasnameperest heye.

Di vê qonaxa krîtîk de, ew hevkariya partiyên Kurd û derbasbûna ji rêvebiriya partîtî ber bi xwebirêvebirina gel li Kurdistanê wekî erkeke dîrokî dibînin.

Banga li gelê Îranê: Xwe di saziyên demokratîk de rêxistin bikin

PJAKê bangî li hemû hêz, partî û rêxistinên civaka sivîl kir - bi jin ên Îranî li pêşiyê - ku qonaxeke nû ya şoreşa "Jin, Jiyan, Azadî" dest pê bikin.

Daxuyanî wiha bidawî dibe, "Em bangî hemû gelê Îranê, bi taybetî gelê Kurdistanê dikin ku di nav saziyên demokratîk û gelêrî de xwe rêxistin bikin.

Bi hevgirtineke temamî, ew dikarin bandora wêranker a şer li ser hev kêm bikin.

Gavên girîng ên ber bi avakirina civakeke demokratîk a xwebirêvebir ve, pêkanîna komên piştgiriyê ji bo qurbaniyên şer, komîteyên rizgarkirinê yên herêmî û komîteyên hevkariyê yên darayî û astengkirina ketina kirêgirtiyên dewletê di nav gel de ne."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst