Duhok; Li Kanî Masê di navbera PKKê û artêşa Tirkiyê de şer derket

19-07-2023
RÛDAW
Dîmenek ji cihê şer. Wêne ji vîdyoyê hatiye wergirtin.
Dîmenek ji cihê şer. Wêne ji vîdyoyê hatiye wergirtin.
Nîşan Duhok Amêdî Kanî Masê PKK Artêşa Tirkiyê Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îro li sînorê parêzgeha Duhokê gerîlayên PKKê êrîşî xaleke leşkerî ya Artêşa Tirkiyê kirin û di navbera her du aliyan de şer derket.

Li gor zanyariyan, îro li nahyeya Kanî Masê ya ser bi navçeya Amêdiyê ve hejmarek gerîlayên PKKê êrîşî xaleke leşkerî ya Artêşa Tirkiyê kirin.

Ji ber êrîşê di navbera gerîlayên PKKê û leşkerên Tirkiyê de şerekî giran derket û şer hata 30 xûlekan dom kir.

Çavkaniyekî ewlekariyê li nahyeya Kanî Masê ku nexwest navê wî were aşkerekirin, derbarê bûyerê de ji Rûdawê re axivî û got, şerê navbera PKKê û artêşa Tirkiyê derdora demjimêr 11:15an çêbûye.

Li gor gotina heman çavkaniyê, destpêkê gerîlayên PKKê bi RPG û çekên din êrîşî xaleke leşkerî kirine û piştî ku leşkerên Tirkiyê bersiv dane, şerê wan dest pê kiriye.

Di du salên bihorî de hejmarek xalên leşkerî yên Tirkiyê yên di nav axa Herêma Kurdistanê de û yên li ser sînor rastî êrîşên çekdarî hatine.

Çavkaniyê navborî herwiha ragihand, ji ber şerê îro li çiyayê Baroxê şewat derketiye û hêj agir nehatiye kontrolkirin.

Heta niha tîmên berevaniya şaristanî û ekîbên agirvemirandinê jî nikarîne biçin cihê agir, ji ber ku metirsî heye.

Sala bihorî du geştyarên biyanî li wê navçeyê di encama teqîna TNT de canê xwe ji dest dabûn.

Derbarê şerê îro de hêj ne ji aliyê PKKê ve û ne jî ji aliyê Tirkiyê ve ti daxuyanî nehatine belavkirin.

Herwiha hêj ti zanyarî li ser zirarên şerê îro yê navbera PKKê û artêşa Tirkiyê nehatine zanîn.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst