AMED - Pîsiya ajelan bi zirxwişk û zirbirayên xwe dabûn xwarin: Wezaretê gilî kir

19-07-2025
RÛDAW
Nîşan Amed Çinar Zirbira Pîsiya Ajelan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çinarê ya Amedê birayan pisiya ajelan (rêx) bi çar zirxwişk û zirbirayên dane xwarin.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin û zarok xistin bin parastina dewletê.

Bûyer li navçeya Çinarê ya Amedê qewimî.

Li gorî îdiayê, jineke bi eslê xwe Sûriyeyî bi kesekî ku navê wî hîn nehatiye eşkere kirin re bi mehra olî zewiciye û ji wê zewacê 4 zarokên wan çêbûn

Jina ku zext lê tê kirin, mal terikand û çû Hatayê. Jinikê nekarî zarokên xwe bi xwe re bibe.

Li gorî îdiayê, li ser zarokên 3, 6, 7 û 10 salî yên ku li malê mane, zext û tundî hatiye kirin.

Hat îdiakirin ku pisiya ajelan (rêx) bi zarokan dane xwarin û ew kêlî hatine tomarkirin û ji dêya wan re hatine şandin.

Hat tespîtkirin ku kesên di dîmenan de eziyet li zarokan kirine, zirbirayên zarokan in.

Piştî dîmenên ku bûne sedema nerazîbûnên mezin, Baroya Amedê derbarê bûyerê de gilî kir.

Wezaretê jî gilî kir

Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyeyê jî piştî dîmenên navborî daxuyanî da.

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

"Zarokên ku bûne mijara nûçe û parvekirinên medyaya civakî, ketine bin parastina dewletê.

Derbarê kesên eleqedar de ji aliyê wezareta me ve gilî hatiye kirin.

Wekî wezaret, em dê pêvajoya hiqûqî ji nêz ve bişopînin û bibin midaxilê doza ku dê were vekirin.

Her wiha derbarê personelê eleqedar ku di vê agahdarkirina ku gihîştiye navenda me ya bangê de xemsariya wî hatiye tespîtkirin, ji aliyê Serokatiya me ya Birêvebirî û Teftîşê ve lêpirsîn hatiye destpêkirin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst