Hewlêr (Rûdaw) - Îro demjimêr 10:00an, karwanekî mezin ê koçberên Efrînî yên ku ev çend sal in li Kobaniyê diman, ber bi warê xwe ve bi rê dikeve.
Berpirsê Nahiyeya Navendî ya Kobaniyê Mihemed Mihemed ji Rûdawê re ragihand ku hemû malbatên Efrînî yên ku li Kobaniyê diman, bi vî karwanî vedigerin.
Li gorî agahiyên ku Mihemed Mihemed dane, ev karwan ji 623 malbatên ku ji bo vegerê navên xwe tomar kiribûn pêk tê.
Ew malbat îro ji Kobaniyê derdikevin û vedigerin warên xwe.
Ev karwan karwanê şeşemîn ê koçberên Efrînî ye ku vedigerin.
Li gorî agahiyan, beriya niha 5 karwanên din ku ji zêdetirî 2 hezar û 400 malbatan pêk dihatin ji bajarên Hisîça (Hesekê) û Qamişloyê vegeriyabûn Efrînê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse