Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê îdiayên "çûyîna Îmraliyê û hevdîtina li gel Abdullah Ocalan" red kirin.
Di rojên dawî de li ser hinek saziyên medyayê û torên civakî îdiayek belav bûbû ku qaşo Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed çûne Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re civiyane.
"Ev nûçe bi ti awayî ne rast in"
Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê bi rêya hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û bersiv da van angaştan.
Îlham Ehmedê di daxuyaniya xwe de anî zimên:
"Di rojên dawî de nûçeyek belav bûye ku Xwedêgiravî em li Îmraliyê bi Birêz Abdullah Ocalan re civiyane û me hevdîtin kiriye.
Em ji raya giştî re diyar dikin ku ev nûçe bi ti awayî ne rast e. Ti hevdîtin çênebûye û îhtimala hevdîtinekê jî tune."
بالأيام الأخيرة تم تداول خبر لقاءنا مع السيد عبدالله اوجلان في أمرالي ودار حديث بيننا. نؤكد للرأي العام أن هذا بعيد عن الصحة. لم يحدث اي لقاء ولا يوجد احتمالية اللقاء حتى.
— Elham Ahmad (@ElhamAhmadSDC) May 18, 2026
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse