Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çinarê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê barhilgirek wergeriya û şorêfê wê mir.
Lin gundê gundê Omeranê yê Çinarê barhilgirek ji rê derket û wergeriya piştre jî agir pê ket.
Li ser agahdarkirinê cendirme, tîmên agirvemirandinê û tîmên parastina sivîlan çûn cihê bûyerê.
Tîmên agirvemirandinê yên ku hatin cihê bûyerê agirê ku bi barhilgirê ketibû vemiran.
Piştî kontrola tîmên tenduristiyê derket holê şofêrê ku asê mabû di şewatê de miriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse