Hewlêr (Rûdaw) - Sopranoya Kurd a navneteweyî Pervîn Chakar, bi dengê xwe pireke di navbera çandan de ava dike.
Chakar dê 17ê Çiriya Pêşîn li Amedê û 19ê Çiriya Pêşîn jî li Wanê derkeve ser dikê û dê awazên Kurdî yên kevneşopî bi muzîka klasîk a Rojava re bîne cem hev û ezmûneke muzîkê ya bêhempa pêşkêşî guhdaran bike.
Di konseran de, quarteteke ji sazên bi têl û dudukvanê navdar Ertan Tekîn dê bi Chakarê re bin.
Repertuvara Chakarê, kûrahiya hestyarî ya muzîka gelêrî ya Kurdî û dewlemendiya teknîkî ya kevneşopiya operaya Rojava tîne cem hev.
Her du konser jî soza şeveke wisa didin ku mîrateya herêmî li ser dikên gerdûnî ji nû ve zindî dibe.
Parçeyek ji turneyeke navneteweyî
Ev konserên taybet, qonaxa Rojhilata Navîn a turneya payîza 2025an a Chakarê pêk tînin.
Turne dê 10ê Çiriya Pêşîn li bajarê Kolbotnê yê Norwêcê dest pê bike. Piştî konserên Amed û Wanê, hunermend dê 14ê Çiriya Pêşîn li Munîhê û 12ê Kanûna Pêşîn jî li Frankfurtê derkeve ser dikê.
Hunermend Ertan Tekîn dê bi duduka xwe û komeke hunermendên din jî dê bi saz û esnturmanên xwe li ser dika Pervîn Chakarê bin.
Amûrên ku dê di konseran de werin bikaranîn, armanc dikin ku di navbera hilma bi hest a muzîka rojhilatê û avahiya ahengî ya rojava de zemîneke hevseng ava bikin.
Dengê kûr û bêdem ê dudukê û nazikiya sazên bi têl dê bibin yek û guhdaran di navbera hestan de bigerînin.
Pervin Chakar, di rêzekonserên xwe yên îsal de ne tenê repertuvarekê pêşkêş dike; ew pêwendiya ku bi koka dengê xwe re daniye tîne ser dikê.
Hevsengiya ku di navbera kevneşopî û hevdemiyê de ava dike, wê ne tenê dike şîrovekar, di heman demê de dike yek ji hilgirên muzîka navneteweyî.
Di van rawestgehên taybet ên payîza 2025an de, guhdar dê ne tenê bibin şahidê konserekê, dê bibin şahidê ezmûneke bîra muzîkê ya pirreng.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse