REQA - Eşîran xwest bajêr radestî hikûmeta Sûriyeyê bikin?

19-08-2025
RÛDAW
Nîşan Reqa Rêveberiya Xweser Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Encûmena Bicihkar a Reqayê ew îdia red kir ku eşîran daxwaza radestkirina Reqayê ya hikûmeta Sûriyeyê kiribe.

Hevserokê Encûmena Bicihkar a Reqayê ya Rêveberiya Xweser Mişlib El-Tirkanê ku parêzer e û yek ji rûspiyên eşîra Efadleyê ye ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku roja Yekşemê Hevpeymaniya Navneteweyî bêyî amadebûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) civînek li gel serok û rûspiyên eşîrên Reqayê pêk aniye.

Mişlib El-Tirkan li ser nûçeyên nepiştrastkirî yên ku dibêjin eşîrên Reqayê daxwaza radestkirina bajêr a hikûmeta Sûriyeyê kiriye ji Rûdawê re da zanîn ku tiştekî wisa nîne û rûspî û şêxên eşîran ti dan û standin nekirine.

El-Tirkan diyar kir ku du civînên wan li gel Hevpeymaniya Navneteweyî pêk hatine û anî ziman:

“Ya yekem, li gel rûspî û şêxên eşîrên Reqa û Tebqayê bû û derbarê awayê tevlîbûna nav hikûmeta Sûriyeyê û serkeftina dan û standinan bû.

Civîna duyem jî li gel Desteya Şêwirmendiyê û birêvebiriyên encûmenên yasayî, bicihkar û dadwerî bû lê tiştek derbarê radestkirina Reqayê nehat gotûbêjkirin.”

Mişlib El-Tirkan her wiha amaje pê kir ku civînên wan ên li gel Hevpeymaniya Navneteweyî di warên sivîl û siyasî de berdewam dikin û ew nakevin warê leşkerî.

El-Tirkan her wiha da zanîn ku di wan civînan de tekezî li ser rewşa siyasî û dan û standinên di navbera Şam û HSDyê de hatiye kirin.

Di van du rojên dawî de nûçeyeke nepiştrastkirî belav bûbû ku eşîrên Reqayê daxwaza radestkirina bajêr a hikûmeta Sûriyeyê kiriye lê agahiyên Rûdawê yên ji çavkaniyên xwecihî yên li Reqayê jî vê nûçeyê red dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst