Bakirhan bi karkerên ku qeyûmê Wanê ew ji kar derxistibûn re civiya

19-08-2025
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Wan Qeyûm Karker Jikarderxistin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Karkerên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku qeyûm ew ji kar derxistibûn, serdana Navenda DEM Partiyê kir û bi Bakirhan re civiyan.

Komeke karkerên Şaredariyê Wanê ku ji aliyê qeyûmê ve bi hincetên cuda ji kar hatibûn derxistin, îro li Enqereyê çûn serdana Navenda DEM Partiyê.

Kom bi Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Alîkara Hevserokên Giştî Ozlem Gunduz û Parlamenterê Êlihê yê DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tiryakî re civiyan.

Li gorî daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya civakî ya DEM Partiyê hatiye belavkirin, di hevdîtinê de karkeran daxwazên xwe anîne ziman û piştgiriya partiyê xwestiye.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Karkerên şaredariyê yên ku ji aliyê qeyûmê Wanê ve ji kar hatibûn avêtin, serdana Navenda me ya Giştî kirin û bi Hevserokê me yê Giştî Tuncer Bakirhan û Alîkarên me yên Hevserokên Giştî Ozlem Gunduz û Mehmet Ruştu Tiryakî re hevdîtin pêk anîn.

Karkeran daxwazên xwe ragihandin û wan daxwaza hevgirtinê kir."

Qeyîm û jikarderxistina karkeran

Piştî ku qeyûm li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatibû danîn, bi hinceta "lêpirsîna ewlehiyê" 223 karkerên Kurd ji kar hatibûn avêtin.

Di nav kesên ji kar hatine avêtin de 7 karkerên astengdar jî hebûn.

Ev biryara ji kar avêtinê rastî nerazîbûneke mezin hatibû û karkeran bi hefteyan ji bo vegera li ser karên xwe çalakî li dar sazkiribûn.

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê û parlamenterên DEM Partiyê jî piştgirî dabûn çalakiyên karkeran û daxwaz kiribûn ku ev biryar  demildest were betalkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst