Rêveberiya Sine: Em nahêlin li deverên qedexe kolberî bê kirin

19-09-2017
RÛDAW
Nîşan Kolber. Îran. Sine
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serpereştê Parêzgeha Sine da xuyakirin ku dê rûberûyî her kesekê bibin ku karê kolberiyê li deverên qedexekirî de dike.

 

Serpereştê Parêzgeha Sine Elîreza Aşnager di daxuyaniyekê de ragihand ku li parêzgeha Sine ji bilî sînorên fermî yên Başmax û Seyranbend 5 rêyên din ên kolberiyê hene ku welatî dikarin bikar bînin lê rêyên din deverên qedexekirî ne û  her kesê derbasî wan navçeyan bibe dê rûberûyî wan bibin. 

 

Aşnager diyar kir ku li parêzgeha Sine 18 hezar kesan nasnameya taybet bi kolberiyê û karê ser sînor hene ku rê didin wan di sînorên fermî de kar bikin. 

 

Serperestê Parêzgeha Sine dide xuyakirin ku heya niha çi kolberek li sînorên fermî yên wê parêzgehê nehatiye kuştin. 

 

Di 5 vê mehê de ji ber kuştina 2 kolberan li bajarê Bane yê ser bi parzêgeha Sine xwepêşandan hatibûn sazkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst