8 kolber hatin birîndarkirin

27-03-2024
RÛDAW
Nîşan Kolber Rojhilatê Kurdistanê Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li ser sînorê Herêma Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê di heyama 2 rojan de herî kêm 8 kolber ji aliyê hêzên Îranê ve hatin birîndarkirin.

Li gorî rapora Rêxistina Mafê Mirovan a Hengawê, roja sêşemê hêzên Îranê li ser sînorê bajarê Newsûdê gule li karwanekî kolberan reşandin û herî kêm 5 kolber birîndar bûn.

Hengawê ragihand, ew 5 kolberên birîndar bûne şêniyên bajarên, Pawe, Ciwanro, Dalaho, Salesî Bawecanê ne û li nexweşxaneya Paweyê tên dermankirin.

Li gorî rapora Hengawê rewşa kolberekî giran e.

Navên wan 5 kolberên birîndar jî bûne wisa ne: Hemed Mehmûdî, Mihemed Yûsifî, Îhsan Nezerî, Umêd Şemsî û Yasîn.

Li aliyê din, Hengawê ragihand ku îro demjimêrên serê sibehê li sînorê Ciwanroyê kolberê bi navê Saman Rustemî ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye birîndarkirin.

Herwiha duh êvarî jî li ser sînorê Ciwanroyê 2 kolber ji aliyê hêzên Îranê ve hatin birîndarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst