Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, perwerde û fêrkirin, weke ji girîngritîn karên kabîneyê binav kirin û ragihand ku di heyama vê kabîneyê de ew dê girîngiyeke taybet bi xwendina bilind bidin.
Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li merasîma derçûna xula yekem a Zaningeha Amerîkî ya Kurdistanê li Duhokê, gotarek pêşkêş kir û got ku qonaxeke nû û serdemeke baş destpê kiriye di warê xwendina bilind de.
Mesrûr Barzanî di gotara xwe spasiyên xwe pêşkêî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kirin ku di maweyê heyama serokwezîriya xwe de girîngiyeke zêde bi xwendinê daye li Kurdistanê û alîkarvan bûye li serpêxistina Zaningeha Amerîkî li Kurdistanê.
Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, spasiyên xwe pêşkêşî Serok Mesûd Barzanî û Pêşmergeyan kir bo ew rewş pêkanîne ku gelê kurdistanê bikarin bi asûdeyî bixwînin û dirêjiyê bi xwendina xwe bidin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse