Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron piştî êrişa li ser mala wî ya li Dihokê, piştgiriya xwe ji bo Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir û tekezî li ser parastina serweriya xaka Herêma Kurdistanê kir.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bi rêya telefonê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re axivî.
Emmanuel Macron li ser pêwendiya telefonî ya bi Nêçîrvan Barzanî re bi Kurdî daxuyaniyek belav kir.
Macron êrişa ku vê sibehê li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê ya li Dihokê hatibû kirin şermezar kir û wê bi rengê "nayê qebûlkirin" pênase kir.
"Serweriya Kurdistanê ji bo aramiya herêmê pêwîst e"
Macron amaje pê kir ku ev bipêşketin "cihê dilgiraniyên kûr in" û di heman demê de ji bo 6 Pêşmergeyên ku vê hefteyê şehîd ketibûn sersaxî da Serokê Herêma Kurdistanê.
Serokkomarê Fransayê got, "Serweriya Îraqê û di nav de ya Herêma Kurdistanê, ji bo aramiya navçeyê pêwîst in."
Di beşeke din a axaftina xwe de, Macron tekezî li ser wê yekê kir ku divê hemû hewl werin dayîn da ku rê li ber kişandina Îraqê ya nav alozî û bipêşketinên leşkerî yên li herêmê were girtin û got "Fransa li gel hevparên xwe yên Îraqî dimîne."
چەند ساتێک لەمەوبەر لەگەڵ سەرۆکی هەرێمی کوردستانی عیراق نێچیرڤان بارزانی قسەم کرد.
— Emmanuel Macron (@EmmanuelMacron) March 28, 2026
پشتگیری خۆم بۆ بەرێزیان دووپاتکردەوە دوای هێرشە قبوڵنەکراوەکەی ئەم بەیانییە بۆ سەر ماڵەکەیان لە دهوک. ئەم پەرەسەندنە نیگەرانکەرانە ئاماژەن بۆ بەرزبونەوەی هێرشەکان دژی دامەزراوە عیراقییەکان، وەکو…
Alozî û êrişa Xelîfanê
Êrişa li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê ya li Dihokê di demekê de ye ku Rojhilata Navîn ji ber şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê di nav rewşeke gelekî aloz de ye.
24ê Adara 2026an, bi êrişeke mûşekî ya balîstîk a li sînorê Xelîfana Hewlêrê 6 Pêşmerge şehîd ketibûn ku Herêma Kurdistanê Tehran bi encamdana wê tohmetbar kiribû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse