Hewêr (Rûdaw) - Heyva Sor a Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, ji bo rizgarkirina welatiyên sivîl ên birîndarên êrişa Tirkiyê, daxwaza vekirina korîdoreke mirovî dike.
Endamê Rêveberiya Heyva Sor a Kurdî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cemîle Hemê ragihandiye ku artêşa Tirkiyê û hêzên çekdar ên alîgirên wê, rê li ber tîmên Heyva Sor a Kurdî digirin û nahêlin ew tîm bigihêjin nav bajarê Serê Kaniyê, ji bo rizgarkirina birîndaran.
Cemîle Hemê daxwaz kir ku korîdoreke mirovî ji bo vê mebestê bê vekirin.
Bi gotina Endama Rêveberiya Heyva Sor a Kurdî, dewleta Tirkiyê rêkeftina agirbestê binpê dike û rêgiriyê li ber tîmên bijîşkî dike ku nehêle bigihêjin nav bajarê Serê Kaniyê, ji bo rizgarkirina birîndaran.
Cemîla Hemê herwiha ragihandiye ku Artêşa Tirkiyê û çekdarên alîgirên wê welatiyên sivîl dikine armanc û tîmên Heyva Sor a Kurdî zehmetiyê di rizgarkirina birîndaran de dibînin, bi taybetî jin, zarok û pîr û kal.
Di 17ê Cotmeha 2019an de Cîgirê serokê Amerîkayê Make Pence li paytexta Tirkiyê bajarê Enqerê peymana ku bi hikumeta Tirkiyê re hatiye lihevkirin, ragihand. Li gor wê divê şer bi dema 120 saetan raweste û piştre agirbesteke daîm pêk bê. Li gor wê jî HSD tevî Rêveberiya Xweser bo parastina sivîlan peyman qebûl kir. Piştî 2 roj ji agirbestê derbas bûn ku hêj êrîş li dijî bajarê Serê Kaniyê berdewam in.
Piştî ragihandina agirbestê û derbasbûna 2 rojan di ser re 17 kesan canî xwe ji dest dane û 24 birîndar jî birîndar bûne.
Rêveberiya Xweser jî ragihand ku tîma rizgarkirinê nikare xwe bighîne deverên wêrankirî, da ku cenaze û birîndaran rake. Li ser vê bingehê, bang li civaka navdewletî, Neteweyê Yekbûyî û Amerîkayê kir ku li gor agirbestê fişarê li dewleta Tirk bikin ku êrîşên xwe li dijî sivîlan rawestîne û neçarî pêkanîna peymana agirbestê bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse