Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Komeleya Koçberên Serê Kaniyê ya li Hisîçayê Mehmûd Cemîl bal kişand ser zextên ku li Kurdan tên kirin da ku malên xwe bifiroşin û got, "Em wekî koçberan vê planê red dikin û em bi îradeya xwe dev ji ax û milkên xwe bernadin."
Mehmûd Cemîl radigihîne ku rewşa Serê Kaniyê û gundewarê wê ji ber dagirkeriyê di bin gefên berdewam de ye û piştî rûxandina desthilata Beşar Esed jî ti Kurd venegeriyane ser mal û milkên xwe.
Mehmûd Cemîl diyar kir ku binpêkirin, tawanên şer û tawanên mirovahiyê li herêmê didomin û ti derfet ji bo vegera koçberan nehatiye afirandin.
Serokê Komeleya Koçberên Serê Kaniyê ya li Hisîçayê Mehmûd Cemîl beşdarî bultena Rûdawê bû û li ser rewşa Serê Kaniyê û koçberên wê pirsên Sîma Abxizirî berisvandin.
"Ji 50 Kurdan kêmtir mane"
Mehmûd Cemîl li ser hejmara Kurdên ku li Serê Kaniyê mane agahiyên balkêş dan û got:
"Piştî ketina rejîma Esed, ti Kurd venegeriyane ser mal û milkên xwe yên li Serê Kaniyê.
Tenê çend malbatên Ereb ên ku koçber bûbûn vegeriyane, ku hejmara wan nagihîje 20 malbatî jî.
Li gorî agahiyên me, niha ji 50 kesî kêmtir Kurd li Serê Kaniyê mane, ew jî pîr û kal in û li ber malên xwe ne."
'Serokê nû yê Sûriyeyê pabendî sozên xwe nebû'
Serokê Komîteya Koçberan amaje bi sozên ku ji aliyê rêveberiya nû ya Sûriyeyê ve hatibûn dayîn kir û wiha axivî:
"Mixabin serokê nû yê Sûriyeyê (Ehmed Şer) pabendî sozên xwe nebû.
Wî soz da ku koçberên Efrînê vegerin malên xwe û di hevdîtina bi General Mezlûm Ebdî re jî di 10ê Adara 2025an de li ser vegera koçberan lihevkirin çêbû, lê tiştek pêk nehat."
Cemîl destnîşan kir ku “komên çekdar ên li herêmê serdest in, nahêlin Kurd vegerin û hewl didin bi rêyên curbicur dest deynin ser mal û milkên wan.”
Zext ji bo firotina mal û milkan
Mehmûd Cemîl bal kişand ser zextên ku li Kurdan tên kirin da ku malên xwe bifiroşin û got:
"Ew (komên çekdar) bi rêya telefonê gefan li xwediyên malan dixwin û dibêjin 'eger hûn xaniyên xwe nefiroşin, em dê xera bikin yan jî biteqînin'.
Dixwazin mal û milkên Kurdan bi bihayekî gelekî erzan bikirin lê em wekî koçberan vê planê red dikin û em bi îradeya xwe dev ji ax û milkên xwe bernadin."
Banga li civaka navneteweyî
Di dawiyê de, Mehmûd Cemîl ragihand ku wan wekî Komîteya Koçberan ji bo vegera xelkê Serê Kaniyê gelekî hewl daye û bi Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên mafên mirovan û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê re ketine nava têkiliyan, lê heta niha ti encamên erênî bi dest nexistine.
Wî got ku ew di wê baweriyê de ne ku dê gelê wan vegere ser axa xwe û ew ê têkoşîna xwe ya ji bo vê yekê bidomînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse