Serê Kaniyê: 2 ciwanên Kurd hatin girtin

26-04-2024
Nîşan Serê Kaniyê Kurd Girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Polîsên leşkerî yên bi ser Tirkiyeyê ve li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê 2 ciwanên Kurd girtin.

Her du ciwan bi hinceta “pêwendiya li gel Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)” hatine girtin û ew birine cihekî nediyar.

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR)ê ragihand ku polîsên di kontrola Tirkiyeyê de bi ser malên wan de girtiye û dest daniye ser telefonên wan jî.

Çekdarên grûpa el-Hemzatê ya bi ser Tirkiyeyê ve 19ê Nîsanê jî li gundê Aliyeyê yê li başûrrojavayê Serê Kaniyê 5 kes girtibûn û çarenivîsa wan heta vêga jî ne diyar e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst