Li Keleha Rihayê mozaîkeke 1,500 salî hat dîtin

19-10-2025
RÛDAW
Nîşan Riha Keleha Rihayê Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Keleha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, di encama xebatên kolandinê de mozaîkeke ku dîroka wê digihîje sedsala 5an a Zayînî hat dîtin.

Li gorî zanyariyên destpêkê li ser mozaîkê nivîseke bi zimanê Grekî heye.

Xebatên kolandinê yên li başûrê Gola Masiyan di nav Keleha Rihayê de, piştî 6 mehan bi dawî bûn.

Li gorî bernameyê, dê karê kolandinê sala 2026an careke din dest pê bike.

Seroka Projeya Kolandinê û akademîsyena Zanîngeha Batmanê Prof. Dr. Gulrîz Kozbeyê diyar kir ku mozaîk ji kevirên reş, sor û spî hatiye çêkirin û li ser wê nexşên ajal, giya û geometrîk hene.

Prof. Dr. Gulrîz Kozbeyê di berdewamiyê jî de got,"Li gorî vekolînên destpêkê, divê ev zemîn dêrekê, şapelekê yan jî abîdeyeke şehîdan be ku jê re 'martyrium' tê gotin.

Dîroka nivîsa li ser mozaîkê vedigere serdema Bîzansê û di çarçoveya formuleke epîgrafîk de hatiye nivîsandin.

Li gorî navên ku di nivîsê de derbas dibin, em digihîjin wê encamê ku nivîs di navbera salên 460-495an ên piştî zayînê de hatiye nivîsandin.

Ev jî nîşan dide ku mozaîk berhemeke 1,500 salî ye."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst