Hewlêr (Rûdaw) - Endama Têkoşîna Azadiyê Hêlîn Umîtê got, “Divê azadiya wî ya fîzîkî pêk were. Divê mafê hêviyê pêk were. Di vê çarçoveyê de zemîna hiqûqî û qanûnî divê bê avakirin."
Endama Têkoşîna Azadiyê (Partiya Karkerên Kurdistanê/PKK) Hêlîn Umîtê diyar kir ku yekane krîterê rê û rêbaza birêveçûna pêvajoyê nêzîkatiya li Abdullah Ocalan e.
Hêlîn Umît ji televîzyona Medya Haber TV re axivî û bûyerên di rojevê de nirxandin.
“Tirkiyeyê di vê mijarê de gaveke cidî neavêtiye”
Wê li ser pêvajoya heyî û rola Ocalan got:
"Li Tirkiyeyê mijara esasî ya rojevê pêvajoya aştî û civaka demokratîk e. Her kes hewl dide qonaxa heyî ya pêvajoya aştî û civaka demokratîk fêhm bike.
Afirînerê vê pêvajoyê Rêber Apo ye. Yanî eger ji 27ê Sibatê û vir ve hêviyek afirî be, eger qala pêvajoyekê tê kirin ev ye bi saha pêngav, hewldan, ked û fedakariya Rêber Apo ye.
Lê belê her kes dibêje ku birêvebiriya Tirkiyeyê di vê mijarê de gaveke cidî neavêtiye.”
Hêlînê anî ziman ku ji bilî Ocalan kesî nikarîbû ev pêvajo bida destpêkirin û li pey çû:
"Mîmarê rasteqîn ê vê pêvajoyê Rêber Apo ye.
Ne ti hêzê dikarîbû dawî li hebûna rêxistinî ya PKKyê bianiya ne dikarîbû çek bida danîn ne bikira ku dawî li stratejiya têkoşîna çekdarî bîne ne jî hêzeke wê ji cihekî vekişanda cihekî din."
“Veguheriye komîsyoneke mijûlkirinê”
Hêlîn Umîtê amaje bi Komîsyona li Parlamentoya Tirkiyeyê û xebatên wê kir û berdewam kir:
“Ev komîsyon bi halê heyî veguheriye komîsyoneke mijûlkirinê. Mijûlkirin, belavkirina li demê. Ez çima vê dibêjim? Ji ber ku belê Komîsyon komîsyoneke guhdarîkirinê bû. Ji destpêkê ve wezîfeya xwe pênase kir.
Got, ‘Em dê li aliyan guhdarî bikin, lêkolîn bikin. Ji bo çareseriya vê pirsgirêkê em dê pêşnûme qanûnekê ji bo meclisê ava bikin û pêşkêş bikin.’
Li derdorên cuda guhdarî kirin. Lê belê li mixatabê herî esasî guhdarî nekirin. Li Rêber Apo guhdarî nekirin. Kongreya PKKyê ya 12emîn Rêber Apo weke mizakerevanê sereke diyar kir.
Weke nûnerê sereke destnîşan kir. Weke aktorê sereke ragihand. Bi rengekî eşkere ragihand ku eger Rêber Apo bimeşîne, Rêber Apo hebe dê biryar bi cih bên anîn û ev pêvajo bi pêş ve biçe û ev yek jî di pratîkê de nîşan da.
Lê belê bala xwe bidinê, Komîsyon nêzî 2 meh in, ez dibêjim du meh lê beriya wê jî heye, di rojevê de ye lê hîn nîqaş dike bê wê biçe Îmraliyê yan na? Nîqaş dike bê divê biçe yan na? Tê gotin, van rojan wê biryar bê dayin.
Va ye Komîsyon wê cara dawî guhdar bike. Yanî çima nebe? Divê ev yek baş bê fêhmkirin.
“Ji bilî wî kesî nikarîbû”
Weke ku min got, Rêber Apo aktorê sereke ye, rêveberê sereke yê vê pêvajoyê ye. Ji bilî wî kesî nikarîbû rê li ber van pêşketinan vekiribûya.
Binêrin, mirov bi hişê xwe yê polîtîk dikare bibe wezîr, dikare bibe siyasetmedar, dikare bibe serokkomar, dikare bibe her tişt.
Lê belê Rêbertî tiştekî gelekî cuda ye. Her kes nikare bibe rêber. Yanî Rêber Apo rêberê gelekî ye. Divê kesek bi gotinan tevlîheviyê neke, rewşê berevajî neke. Ez hişyariyê didim. Rêber Apo ne siyasetmedarekî ji rêzê ye, ne kesekî ji rêzê ye. Zêdetir e.
Rêber Apo nûnerê 60 milyon Kurdî ye. Weke min got, eger em Kurdên li tevahiya cîhanê bihesibînin jê zêdetir e.
Lê belê nûnertiya 60 milyon Kurdî dike, weke rêberekî ku şerê hebûn û azadiyê dimeşîne, weke rêberekî hatiye qebûlkirin, rêberek e ku di oxira wî de bi hezaran mirovan canê xwe feda kiriye, bi hezaran fedaî di rêzê de ne, bi sedan ji wan di dema komploya navneteweyî de bedena xwe da ber êgir. Mînakeke vê yekê nîşan bidin, yek bi tenê jî nîne.”
“Daxuyaniyên Devlet Bahçelî bi wate ne”
Hêlînê axaftina Devlet Bahçelî ya hefteya derbasbûyî bi bîr xist û biland:
“Belê, weke ku Devlet Bahçelî jî got, Rêber Apo her tiştên ku heta niha gotin bi cih anîn, soza xwe pêk anî.
Ji xwe em bi Rêberê xwe zanin. Yek ji taybetiyên bingehîn ên ku Rêber Apo kir rêberekî bi vî rengî ew e ku ji bîr nake.
Her kes ji bîr dike lê Rêbertî ji bîr nake. Çima bi milyonan mirov ew qasî bi Rêber Apo ve girêdayî ne? Çima milîtan ew qasî pê ve girêdayî ne? Çima hevrêyên wî dilsozê wî ne? Ji ber ku Rêber Apo li ser soza xwe ye.
Soza ku dide ti carî ji bîr nake, nade jibîrkirin û teqez pêk tîne. Em bi vê zanin. Bi vî rengî em dilsozê wî ne."
“Divê azadiya wî ya fîzîkî pêk were”
Hêlîn Umîtê destnîşan kir ku di rewşa heyî de ew daxwaza azadiya fîzîkî ya Ocalan dikin û got:
"Em dixwazin rewşeke welê bê afirandin ku mafên siyasî û hiqûqî yên Rêber Apo bên naskirin û karibe siyasetê bike. PKK hate fesixkirin.
Em dixwazin tevlî tevgera siyasî ya nû bibin ku Rêber Apo ava bike. Ez û hemû hevrêyên min. Em tevlî PKKyê bûn lê ya rast em tevlî rêbertî bûn. Rêbertî çi bike em dixwazin bi wî re bixebitin.
Ji ber vê yekê divê şert û mercên fîzîkî yên Rêber Apo bên sererastkirin. Divê azadiya wî ya fîzîkî pêk were. Şert û mercên dîlgirtinê divê êdî ji holê bêne rakirin.
Divê mafê hêviyê pêk were. Di vê çarçoveyê de zemîna hiqûqî û qanûnî divê bê avakirin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse