Hesen Remzî
Tirkiye li ber duriyaneke çareserkirina hin pirsgirêkên asêmayî yên Kurdan li welatê xwe ye. Ji bo rêxweşkirina çareseriya van pirsgirêkan, gav û mercê sereke yê Tirkiyeyê bidawîanîna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye. Ji bo vê armancê jî ji Çiriya Pêşîn a 2024an ve bi Îmraliyê re ketiye qonaxeke dan û standinan,da ku ji wir banga nehiştina PKKyê bike û êdî pirsa PKKyê û metirsiya ewlehî ya vê rêxistinê li ser Tirkiyeyê nemîne.
Wek ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan dibêje, "Tirkiyeyeke bê teror", ev dirûşm niha dirûşma sereke ya eniya desthilatê li Tirkiyeyê ye ji bo piştgirîkirina vê pêvajoyê.
Pêşî aştî, paşê çareserî
Ji ber ku ji destpêkê ve aliyekî tarî yê vê pêvajoyê heye, heta niha ti navekî wê yê fermî nîne. Geh wek "pêvajoya vekirinê", "pêvajoya çareseriyê", "pêvajoya aştiyê", geh jî wek pêvajoya "nehiştin PKKyê – dawîanîna li PKKyê" tê binavkirin.
Ya ku niha li Tirkiyeyê diqewime, pêvajoyeke "aştî"yê ye. Mebest jê bêdengkirina çekan e. Zelaltir ji wê, bêçekkirina PKKyê, danîna çekan û ragihandina hilweşandina PKKyê ye da ku êdî Tirkiye mijûlî şerê PKKyê nebe.
Her çi qasî mekanîzma û gavên "aştî"yê demekê dixwazin jî di pirsa PKKyê de, sê gavên girîng hene. Pêşî biryara "hilweşandin"ê ye ku li ser banga Îmraliyê were. Vê yekê jî her ji niha ve serkirdeyên Qendîlê li ser du eniyan dabeş kirine. Beşek stûxwar dibe, beşek jî dijî hilweşandinê ye.
Eger Qendîl bi biryara "hilweşandina PKKyê" razî bibe, paşê gava "çekdanîn"ê dest pê dike. Li vir heta niha mekanîzmaya vê çekdanînê ne diyar e ka çawa û li ku dê bê kirin lê Dezgeha Îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT) amadehî ji bo pêkanîna çend komîsyonan kiriye ku li deriyên sînorî yên Tirkiyeyê li gel Herêma Kurdistanê dê werin damezirandin, li gel wê jî ihtîmal heye ku bi hevahengiya Hewlêr û Bexdayê çend komîsyon li nav Herêma Kurdistanê bên damezirandin ji bo komkirina çekên PKKyê.
Komkirina çekên PKKyê dê di çarçoveya demeke destnîşankirî de be. Li gel komkirina çekên PKKyê, divê çarenivîsa endam û serkirdeyên PKKyê were diyarkirin. Tirkiye ne amade ye lêborîna giştî ji bo çekdarên PKKyê derxe. Her wiha rê nade ku vegerin Tirkiyeyê. Li gel wê jî ji Herêma Kurdistanê xwestiye ku nabe qet nebe serkirdeyên payebilind ên PKKyê li Herêma Kurdistanê bimînin.
Ev hemû gav dem, mekanîzm û çavdêriyeke hûr divên. Eger ev hemû pêk hatin, hingê Tirkiye dikeve qonaxa "çareseriyê". Di wê qonaxê de, Tirkiye destê xwe nerm dike di mafên Kurdan de. Bi rêya sererastkirina destûrê û rakirina yasaya "qeyûm"an li ser şaredariyan û vekirina zêdetir li hemberî mafên neteweyî yên Kurdan.
Ev jî qonaxeke dirêjdem e û beşdariya çalak a partiyên siyasî yên Kurdî yên Tirkiyeyê divê ka çawa dan û standinê li gel eniya desthilatê dikin, her wiha li miqabilî bi ti tiştê eniya desthilatê razî dibin.
Qonaxa niha ne ji bo Ocalan ne jî ji bo Kurdan e
Di vê qonaxa ku niha diqewime de, mixatebê sereke PKK ye. Tirkiye ji Îmraliyê peyaman ji bo PKKyê dişîne ji bo pabendbûna bi wê aştiya ku Tirkiye çaverê dike. Di beramber de Tirkiye ti soza berdan an "girtina li malê" nedaye Ocalan.
Ji destpêka vê pêvajoyê ve, medyayên Tirkiyeyê gelekî dabaşa ihtîmala yan mercê berdana Ocalan li hemberî ihtîmala nehiştina PKKyê kir lê Erdogan bi zelalî bal bir ser wê yekê ku ti soza wisa nîne û li ber medyayan ji Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê re ragihand ku niyeta berdana Ocalan li holê tune û divê ev peyam jî ji bo raya giştî were qalkirin.
Her wiha Erdogan di axaftina xwe ya di kongreya AK Partiyê de li bajarê Amedê amaje bi wê yekê da, ev qonaxa niha tenê yek armanca wê heye, rêxistina PKKyê ku wî wek "terorîst" bi nav kir, xwe hilweşîne, bê merc çekên xwe deyne û xwe teslîmî Tirkiyeyê bike, PKK xwe bi tevahî ji zext û destêwerdana siyasî dûr bixe, ji ber fişara cudaxwaziya PKKyê, partiyeke siyasî nikare bibe partiyeke Tirkiyeyî û siyasetê bike, divê derfet bi wan bê dayîn ku ji wê arasteyê ve xwe bi pêş bixin [mebesta wî Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ye].
Erdogan her wiha amaje bi wê yekê da ku ev babet ne têkildarî "birayên me yên Kurd" e lê babeteke sînordar e û tenê têkildarî tesfiyekirina PKKyê ye. Yek ji hevokên balkêş ên Erdogan li Amedê ew bû gava got, "Dema rêxistina terorîst di nav me de nema, hingê em dê careke din bi evîndarî, dilsozî û biratî hev hembêz bikin.”
Ev amajeyeke zelal e ku Erdogan dibêje, heta PKK hebe, rewşa siyasî û civakî ya Kurdan li Tirkiyeyê dê her wisa bimîne. Bi baweriya Tirkiyeyê, aştiyeke siyasî û ewlehî ji aştiyeke civakî girîngtir e lê eger aştiyeke civakî nebe, ne pêkan e ku aştiya siyasî û ewlehî heta dawî dom bike.
Peyama çaverêkirî ya Ocalan
Wisa biryar e ku berî dawiya meha Sibatê, Ocalan peyamekê belav bike. Di destpêkê de, hemû çaverêkirin wiha bûn ku Ocalan peyama xwe di 15ê Sibatê de belav bike, ev jî hevdem e li gel salvegera girtin û radestkirina wî ji bo Tirkiyeyê lê heta niha ti amaje nîne ku peyama Ocalan ji bo wê dîrokê amade be û ihtîmaleke mezin heye ku dereng bikeve.
Heta niha her peyameke ku ji Îmraliyê hatibe, di teşeya nivîskî de bû. Çi bi rêya endamên malbata wî yan şanda DEM Partî û HDPya berê, yan jî bi rêya şandeyeke akademîsyanan bû. Her peyameke nivîsandî ji Ocalan hatibe, serê pêşîn dewlet wê dixwîne û razîbûna xwe li ser dide, paşê ji raya giştî re tê eşkerekirin.
Tewra hinek caran ji aliyê dewletê ve destwerdana naveroka wê tê kirin û Ocalan jî jê tê agahdarkirin. Her wekî çawa peyama Ocalan di Newroza 2013an de ji aliyê Yalçin Akdoganê (alîkarê Erdogan, serokwezîrê wê demê û endamê şanda danûstandkar a AK Partiyê di pêvajoya çareseriyê ya 2013an de), pêşî destwerdan tê de hat kirin û paşê razîbûna Ocalan hat wergirtin û ji nû ve di Newroza Amedê de hat xwendin.
Vê carê tê çaverêkirin ku Ocalan peyameke vîdeoyî belav bike. Ji dema ku li Îmraliyê ye, cara yekem e ku peyameke vîdeoyî ya tomarkirî ya Ocalan hebe. Ev jî heta niha nehatiye piştrastkirin. Belavkirina tomarê gavek e girîng.
Li gel vê yekê jî vê carê piştî nivîsandina peyama Ocalan, dewlet destwerdanê di naveroka wê de nake lê divê berê ewilî li gel Ocalan li ser naveroka peyamê li hev bike lê bêguman naveroka axaftinên Ocalan dê bi razîbûna dewletê be.
Barê li ser milê Ocalan giran e, peyama ku dewlet ji Ocalan çaverê dike, diyarker e. heke Ocalan ji encama wê peyamê ne piştrast be, naçe bin wî barê giran.
Lewra di dema borî de ji bo rêxweşkirina encama wê peyamê, bi awayekî ne rasterast têkiliya îstixbarata Tirkiyeyê ligel Qendîl û rêxistinên PKKyê li Ewropayê hebû û di ihtîmala bersivnedana wê peyamê de jî ji karvedana tund a Tirkiyeyê agahdar kirine.
Şandeya Îmraliyê tê Hewlêrê
Wisa biryar e 16ê vê mehê, şanda raspartî ya DEM Partiyê ya Îmraliyê were Herêma Kurdistanê. Ajendaya serdanê wisa ye ku pêşî li Hewlêrê li gel Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bicivin. Paşê li Silêmaniyê li gel Bafil Talebanî rûnin.
Ji ber cudahiya helwesta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li ser mijara PKKyê, serdana wê şandê zêdetir li ser asta hizbî ye ne ku rûniştina li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.
Ew şand ji bo wê yekê tê ku ra û boçûn û pêşniyarên serkirdayetiya Kurdî li Herêma Kurdistanê wergire û paşê bigihîne Ocalan li Îmraliyê. Di vê pêvajoyê de Herêma Kurdistanê rawestgeheke girîng e. Her wekî çawa di pêvajoya aştiyê ya 2013an de jî, piştgiriya Hewlêrê girîng bû.
Di vê qonaxê de barê li ser milê Herêma Kurdistanê girantir e, ji ber ku vê carê her ji rola navbeynkariya navbera Tirkiye û Kurdan li Rojavayê Kurdistanê, heta digihê bicihanîna mekanîzma çekdanîn û çarenivîsa çekdarên PKKyê, erk û berpirsyariyetî ji Herêma Kurdistanê tê çaverêkirin.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse