Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku ew bi pêşwazîkirina nûnerên ji parçeyên cuda yên Kurdistanê kêfxweş in.
Mesrûr Barzanî her wiha got, di belavbûna kursiyên hilbijartinên parlamentoya Îraqê de ti dadperwerî nebûye û ew dê destêwerdana di encamên hilbijartinê de qebûl nekin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Foruma 6emîn a Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn (MEPS 2025) pirsên rojnamegeran bersivandin.
"Em bi pêşwazîkirina nûnerên Kurd kêfxweş in"
Mesrûr Barzanî kêfxweşiya xwe anî ziman ku di wê forumê de nûnerên ji parçeyên cuda yên Kurdistanê pêşwazî dikin û da zanîn ku armanca Foruma MEPSê axaftina li ser aştiyê ye.
Barzanî wiha got, "Em bi xêrhatina hemû aliyên ku beşdarî Foruma MEPSê ya li Dihokê bûne, dikin.
Em kêfxweş in ku nûnerên Kurd ên ji parçeyên cuda wekî birêvebirên ENKSyê û serkirdeyên HSDyê niha li Dihokê ne û pêşwaziya wan dikin.
Beşdariya wan tiştekî erênî ye. Em hêvîdar in ku li Rojhilata Navîn aştî pêk were."
"Divê Kurd zêdetir nêzîkî hev bibin"
Mesrûr Barzanî da zanîn ku divê Kurd zêdetir nêzîkî hev bibin û got:
"Dibe ku hin mijar hebin ku divê zêdetir li ser bên axaftin lê her kes amade ye ku nêzîkî hev bibe."
Têkiliyên bi hikûmeta nû ya Îraqê re
Mesrûr Barzanî derbarê avakirina kabîneya nû ya Îraqê jî got:
"Duh me çend hevdîtin bi rayedarên hikûmeta Îraqê re, bi taybetî bi wan kesên ku di hilbijartinan de bi ser ketine, pêk anîn.
Wan komîteyên xwe ji bo gotûbêjan ava kirine. Em dê guh bidin her kesî da ku bibînin ka pêvajoya bê dê çawa şekil bigire."
"Ti destêwerdan nayên qebûlkirin"
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser pirsa Bûçegihanê Rûdawê de ya li ser hişyariya Polîtburoya PDKyê jî wiha got:
"Ti destêwerdan nayên qebûlkirin. Her çi qasî di yasaya hilbijartinê de dadperwerî tune be jî PDKyê bi zêdetirî milyonek û 100 hezar dengî 27 kursî bi dest xistin.
Lê aliyekî din ku nîvê dengên me, ango 680 hezar deng wergirtine 27 kursî bi dest xistine. Yan jî aliyek heye ku bi 750 hezar dengî 29 kursî bi dest xistine."
"Dabeşkirina kursiyan ne dadperwer bû”
Mesrû Barzanî her wiha li ser belavbûna kursiyên parlamentoya Îraqê jî got, "Di dabeşkirina kursiyan de ti dadperwerî nebû lê ev pirsgirêkeke yasayî ye û divê ji bo sererastkirina vê neheqiyê xebat bê kirin.
Li gorî tiştên ku heta niha hatine ragihandin, em wekî PDK destêwerdana di encamên hilbijartinê de qebûl nakin."
"Em hêvîdar in hikûmeta nû ya Kurdistanê demildest bê avakirin"
Mesrûr Barzanî derbarê avakirina kabîneya nû ya Herêma Kurdistanê de jî got:
"Her çi qasî gelekî dereng ketibe jî em hêvîdar in ku di demeke zûde de bê avakirin.
Her kes şahid e ku PDKyê ji destpêkê ve xwestiye ku kabîneya nû demildest dest bi kar bike.
Divê aliyên din jî vê berpirsiyariyê hilgirin."
#VÎDEO - Serokwezîr Mesrûr Barzanî: HSD û ENKS li vir in û ev jî ji bo aştiyê amajeyeke baş e
— RudawKurdi (@RudawKurdi) November 19, 2025
🎙️ Nûnerên Kurdan, li Dihokê beşdarî Foruma Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn dibin
#MEPS25 pic.twitter.com/24XXEyZYQn
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse